NPG’ê bîlançoya şer a sala 2023’an eşkere kir

Li gorî bîlançoya şer a sala 2023’an a Fermandariya Biryargeha NPG’ê, gerîlayan 1712 çalakî pêk anîn û 928 dagirker ceza kirin. Êrîşên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî jî di nav de, dagirkeran 2969 caran êrîş kir. 179 gerîla jî şehîd bûn.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bîlançoya şer a sala 2023’an eşkere kir û destnîşan kir ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi destanên berxwedana dîrokî şehîd dan û sala 2023’an kir sala berxwedaneke mezin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

Dewleta Tirk a mêtinger û qirker û rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst xwest ku sala 2023’an ku salvegera 100’emîn a damezrandina Komara Tirkiyeyê ye, siyaseta xwe ya qirkirinê ya li dijî gelê Kurd bigihîne encamê, Kurd û Kurdîtiyê bi temamî tasfiye bike û bi vî rengî bikeve sedsala duyemîn. Ji bo vê armanca xwe pêk bîne di çarçoveya “Plana Hilweşandinê” de ji sala 2015’an ve hemû derfetên di destê xwe de, teknîka şer û piştgiriya ku ji NATO’yê wergirtî seferber kir. Bi qetilkirina gelê me bi rengekî eşkere qirkirin pêk anî û gelek sûcên şer kir. Her tiştê ku ji dest hatî, pêk anî. Di heman demê de di nava 9 salên dawî de, şerê psîkolojîk û taybet gihand lûtkeya herî jor. Derbarê hêzên me de her sal hejmarên nû da, derew li ser derewan kir û îdîa kir ku wê gerîla tasfiye bike. Bi vê armancê li her eyaleta Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bê navber ji aliyê dewleta Tirk ve êrîş pêk hatin. Dewleta Tirk li ser vî bingehî ketiye sala 2023’an.

ERDHEJA 6’Ê SIBATÊ Û PÊVAJOYA BIRYARA BÊÇALAKÎTIYÊ

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî van êrîşên ku dem û tundiya şerê di navbera dewletan de derbas kirî, bi ruhê fedayî yê Apoyî û biryardariyeke şoreşgerî ya mezin li ber rabûn û mînakên berxwedana destanî raber kirin, bi vî rengî mohra xwe li dîrokê xistin. Sala 2023’an bi dilsoziya bi Rêbertî û şehîdan re, biryardariyeke mezin, bi baweriya ji serketinê, di taktîkê de zelal bûyî û bi baldariya li ser armanca xwe pêşwazî kiriye. Di pêvajoyeke ku li dijî artêşa Tirk a dagirker operasyonên şoreşgerî yên piralî plan kir û temam kir de, 6’ê Sibata 2023’an erdehejeke mezin ku navenda wê Mereş – Bazarcix bû, çêbû. Bi deh hezaran mirovên me can dan, bi rojan di bin kavilan de man. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst mirovên me bi mirinê re rû bi rû hişt. Bi milyonan mirov di şert û mercên zehmet ên zivistanê de bê mal man. Di pêvajoyeke wiha de Rêveberiya Tevgera me, Hevserokatiya me ya Konseya Rêveber a KCK’ê 9’ê Sibata 2023’an bang li hemû hêzên me kir ku bikevin pozîsyona bêçalakîtiyê. Hêzên me yên Parastina Gel guh dan vê biryar û perspektîfê û derbasî pozîsyona bêçalakîtiyê bûn. Lê rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ev biryara mirovî û exlaqî ya Tevgera me, weke firsend nirxand û şûna ku biçe alîkariya mexdûrên erdhejê, di polîtîkaya şer de israr kir. Di serî de hêzên me yên li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, li hemû eyaletan êrîşên xwe domandiye. Di van êrîşan de bi giştî 32 hevalên me tevî ku derbasî pozîsyona bêçalakîtiyê bûbûn, hatin şehîdkirin. Piştî 13’ê Hezîranê pêvajoya bêçalakîtiyê ku êdî bi temamî bêwate bû û bersiva wê ya pratîkî nebû, bi dawî bû.

KET NAVA HEWLDANA DAGIRKIRINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, PDK’Ê PIŞTGIRÎ DAYÊ

Êrîşên artêşa Tirk ên sala 2021 û 2022’an bi taktîkên nû yên gerîla hatin têkbirin. Planên dagirkeriyê negihiştin armanca xwe û dijmin di qada taktîkê de xitimî. Rejîma faşîst di rêjeyeke mezin de meşruiyeta xwe winda kir û bêhêz bû. Lewma rejîma faşîst ji bo pêşxistina konsepta êrîşa sala 2023’an a li dijî gelê Kurd, ket nava zehmetiyê. Xeta hevkariya Kurd û hemû derfetên Tirkiyeyê li ser hev bi kar anî û kir mijara bazarê û hewl da ku ji hêzên derve piştgiriyê bigire. Li ser vî bingehî 14’ê Tîrmehê li devera Kurojahro ya Zapê, 19’ê Tîrmehê bi piştgirî û hevkariya PDK’ê li qada Girê Ortê ya Metînayê, 20’ê Tîrmehê li qada Girê Cûdî ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin. Lê li vir planên dagirkeriyê pêk neanîn. Hema bibêje her roj derbe li ser derbe ji gerîla xwar û windahî dan. Artêşa dagirker ji bo ku vê têkçûn û xitimîna xwe derbas bike, fermandariya tevgera dagirkeriyê ji wezîfeyê girt û dest bi pêngavên nû kir. Roja 9’ê Îlonê hewl da êrîşa xwe ya dagirkeriyê ji xeta Girê Amediyê belavî Metînayê bike. Ji 7’ê Cotmehê û vir ve jî li cihên stratejîk ên herêma Barzanê bi cih bû ku hêzên me li wir nebûn. Bi vî rengî di êrîşa dagirkeriyê de gavekî din jî avêt. Ev pêngava dewleta Tirk, nîşan da ye ku derdê wî dagirkirina hemû Başûrê Kurdistanê ye, hebûna gerîla jî tenê weke hincet bi kar anî. PDK’ê jî bi eşkere piştgirî da van hemû êrîşan, bi dijmin re hevkarî kir û di vê pêvajoyê de şirîkatiya xwe gihand qonaxeke jortir.

RUHÊ FEDAYÎ YÊ APOYÎ LI ENQEREYÊ GIHIŞT LÛTKEYÊ

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di tevahiya salê de li dijî êrîşên dijmin, li Dersim bi Yaşar Botanan, li Botanê bi Leyla Sorxwîn Amed, Rojbîn Dersim, Mîrza Bargiran û Bengîn Barmaniyan, li Serhedê bi Hêjar Zozan, Şoreş û Deyndaran, li Mêrdînê bi Canşêr Maku, Destan Botan û Gulbahar Mercanan, li Cîloyê bi Alîşêr İntikaman, li Amedê bi Xemgîn Serhat, Axîn Mûş û Dilgeş Gûzereşiyan, li Garzanê bi Rêdûr Sîser û Ardem Araratan; bi berxwedanên destanî û dîrokî şehîd dan û sala 2023’an li Bakurê Kurdistanê veguherand sala berxwedaneke mezin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bi pêşengiya Sînan Dijwar, Asya Kanîreş, Nûdem Sîdar, Rojhat Hebeş, Herekol Botan, Devrîm Garzan ve Doga Viyanan di asta lehengiyê de bi berxwedaneke mezin şerê azadiyê meşandiye. 1’ê Cotmeha 2023’an fedayiyên Tabura Nemiran hevrê Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn li paytexta dewleta Tirk Enqereyê û tam di dilê Enqereyê de çalakiyeke dîrokî pêk anîn, rejîma AKP-MHP’ê faşîst hejand û hemû derewên çeperê şerê taybet bi erdê re kirin yek. Bi vî rengî car din nîşanî dost û dijmin dan ku gerîlayên fedayî yên Apoyî xwedî çi hêzê ye. Hevrê Rojhat û Erdal ruhê fedayî yê Apoyî li Enqereyê gihandin lûtkeyê û derketineke dîrokî kirin. Weke pêşengên sembol û mînak ên demê derbasî dîroka têkoşînê bûn û weke şopdarên Zîlanê mohra xwe li pêvajoyê xistin.

SALA 2023’AN NÎŞAN DA KU DEWLETA TIRK MEHKÛMÎ TÊKÇÛNÊ YE

Çalakiya dîrokî ya hevrê Rojhat û Erdal moral, îrade, hêz û xwesteke têkoşînê ya mezin da her kesî, performans û biryardariya çalakiyê ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî zêde kir. Di meha Cotmehê de hêzên me astekî şer a pir cidî nîşan da. Bi ketina pêvajoya zivistanê re Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bêyî ku bibêje, havîn-zivistan di her demsalê de û li her derê ji bo pratîkkirina gerîlatiya demê nû di mehên Mijdar û Kanûnê de li Zap, Xakurkê û Metînayê operasyonên şoreşgerî yên serketî lidar xistin. Çalakiyên bi bandor di tevahiya salê de bi rengekî bê navber dewam kirin. Ev opasyonên şoreşgerî û peformansa şer a di pêvajoya zivistanê de, bi pêşengiya Andok, Ciwan, Egîd, Welat, Memyan û Helmetan derket holê. Me bi pêşengiya van şehîdan Stratejiya Şoreşgerî û taktîkên demê pêk anî. Vê yekê nîşan daye ku dewleta Tirk mehkûmî têkçûnê ye.

Di têkoşîna sala 2023’an de 75 hevrêyên me li Bakurê Kurdistanê, 104 hevrêyên me jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi giştî 179 hevrêyên me şehîd bûn. Şehadeta her hevrêyek me ku agahiyên derbarê nasnameya wî/ê zelal bûyî ji malbatên me yên hêja yên şehîdan, gelê me yê welatparêz û raya giştî re hatiye eşkerekirin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruhê fedayî yê Apoyî planên dijmin pûç kir. Bi vî rengî car din nîşan daye ku xwedî hêz û hêviya azadiyê ya xurt e. Bîlançoya şerê sala 2023’an bi vî rengî ye:

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK

Êrîşa balafirên şer: 1580

Êrîşa bi teqemeniyên qedexekirî û çekên kîmyewî: 1038

Êrîşa bi dronên bombebarkirî: 342

Êrîşa bi bombeyên taktîk nukleer: 9

*

HEVRÊYÊN ME YÊN ŞEHÎD Û DÎLGIRTÎ

Hevrêyên me yên şehîd bûne: 179

Hevrêyên me yên dîl ketine destê dijmin: 2

*

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Çalakiya kemînê: 4

Çalakiya êrîşê: 6

Operasyona şoreşgerî: 6

Çalakiya sizmayê: 7

Çalakiya gerîla ya koordîneyî:: 31

Çalakiya sabotajê: 39

Çalakiya sekvaniyê: 246

Çalakiya çekên giran: 766

Çalakiyên şer-derblêdanê-mudaxeleyê: 607

Bi giştî çalakiyên gerîla yên hatine pêkanîn: 1712

*

WINDAHIYÊN DIJMIN

Hejmara dagirkerên hatine cezakirin: 919

Hejmara dagirkerên payebilind ên hatine cezakirin: 7

Hejmara kontrayên hatine cezakirin: 2

Hejmara dagirkerên birîndar bûne: 128