YRK: Dewleta Tirk li Pênciwênê cihên sivîlan kir hedef

YRK’ê ragihand ku di êrişên li ser Pênciwênê de tu windahiyên wan nîne û bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku li dijî êrişên qirkirinê rabin.

Navenda Ragihandinê ya YRK’ê ragihand ku di êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Pênciwênê de cihên sivîlan hatine hedefgirtin. YRK’ê bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst helwesta xwe nîşan bidin.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişên dewleta Tirk ên di 27’e Kanûnê yên li ser herêma Pênciwênê de cihên sivîl hatine hedefgirtin û di êrişan de ziyanên mezin gihaye bax û rezên welatiyan. YRK’ê bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst helwesta xwe nîşan bidin.

Daxuyaniya YRK’ê wiha ye:

“Dewleta Tirk a faşist, li herêmê Pênciwênê cihên welatiyên sivîl bombebaran kir. Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya konsepta xwe ya qirkirina gelê Kurd de, ji ber têkçûna xwe ya di şerê li dijî Gerîlayên Azadiyê ya li herêmên Zap, Avaşîn, Metîna, Xakurkê de, bi pîvanên dijmirovî êrîşî binesaziya gelê me yê Rojava û Başûrê Kurdistanê dike. Her wiha dewleta Tirk a dagirker bi armanckirina gelê sivîl dixwaze tola têkçûna leşkerên xwe yên ku li dijî Gerîlayên Azadiyê derbên giran dixwin hilîne.

Ji ber êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên di van rojên dawî de li ser gelê me yê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, hejmarek welatiyên sivîl ku di nav wan de derhêner û sînemagerê Kurd Mensûr Kerîmiyan heye ku ji Rojhilatê Kurdistanê ji bo belgekirina karesat, qirkirin û sûcên şer ên dewleta Tirk derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû, hatin qetilkirin.

Dewleta Tirk bi awayekî tirsonek bi çekên qedexe û balafirên bêmirov û biçek navendên çand, perwerde, xizmetguzarî û niştecihbûnê yên welatiyan dike. Raya giştî ya cîhanê li hemberî êrîşên berfireh ên dewleta Tirk a dagirker bêdeng e. Ji ber vê yekê em careke din van êrîşan şermezar dikin û berxwedana bêhempa ya gelê xwe silav dikin.

Di çarçoveya van êrîşan de balafirên bêmirov yên dewleta Tirk a dagirker 27’ê Kanûnê, di navbera saet 09:00 heta 14:00’an, derdora gundê Kanî Mîranî yê ser bi bajarokê Pênciwênê 3 caran bombebaran kirin. Di heman demê de saet di navbera 14.30 û 15.20’an de balafirên artêşa Tirk heman rojê 2 caran derdora gundê Salyawa bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de tu ziyanên canî çênebûne.

Bi taybet ew cih û deverên ku ji aliyê balafirên şer û balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker ve hatine bombebarankirin, cihê nîştecihbûnê yê welatiyên sivil in, hêzên me li wan deveran nînin. Lewma divê gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê, li derve û Başûrê Kurdistanê, bi taybetî gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst yên li ser gelê me, xwedî helwest bin.”