Cîhan Celo: Bi sindoqên Hewlêr û Duhokê encamê hilbijartinê hate guhertin

Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo sala 2023’an wekî sala nîşandana hebûna civaka Êzidî û hêza Rêveberiya Xweser a Şengalê nirxand ragihand ku ew encamên ku komisyona hilbijartinê îlan kiriye qebûl nakin.

Sala 2023’an ji bo Şengalê wekî sala tolhildana şehîdên pêşeng, pêşxistina tifaqa civaka Êzidî û yekîtîya gelên Nînowayê, veger û ji nû ve avabûna Şengalê derbas bû. Her wiha di nav salê de 5’emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hate lidarxistin, li Şengal, Bexda û Silêmanî di çarçoveya fikrê netewa demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de komxebatên girîng hatin lidarxistin. Di dawiya salê de jî ji bo hilbijaertinên encûmenên parêzgehên Iraqê xebateke berfireh a siyasî û civakî hate meşandin. Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo kar û xebatên ku bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê de hatine meşandin û encamên wê, her wiha hedefên esasî yên sala nû ji ANF’ê re nirxandin.

Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo diyar kir ku ji bo Rêveberiya Xweser a Şengalê gavên herî mezin di sala 2023’an de hatin avêtin û çarçoveya giştî ya salê wiha nirxand: ‘’2023 sedsala Peymana Lozanê bû ku dixwestin di vê salê de gelê Kurdistanê û civaka Êzidî tine bikin, lê ev hedefa wan pêk nehat. Di encama berxwedana gel û sekna Rêveberiya Xweser a Şengalê de ev pîlan hate sekinandin. Em sala nû li Serokatî pîroz dikin, bi fikir û felsefeya wî em hatin vê astê ku em xwe nîşanî hemû dinyayê bidin. Me nîşan da ku Êzidî hene û dikarin xwe biparêzin û birêvebibin.’’

‘DI 2023’AN DE MECLÎSA GEL BI KONGREYE XWE NÛ KIR’

Cîhan Celo anî ziman ku ew ê têkoşîn û berxwedana Şengalê ya sala 2023’an di sala nû de xurtir bikin û xebatên esasî yên salê wiha rêz kirin: ‘’Di 2023’an de kongreya 5’emîn a Rêveberiya Xweser hate lidarxistin. Meclîsa gel û rêveberiya wê hate nûkirin, komîteyên meclîsê hatin rêxistinkirin. Ji kongreyê heya niha komita xwe ji fermanê parastin, komîta aboriyê, komîteyên jin û ciwanan, komîteya dîplomasiyê komîteyên herî çalak bûn. Li gel xebatên rêxistinkirina komîteyan, çalakiyên berfireh jî hatin lidarxistin. Ji bo salvegera fermanê li Bexdayê konferansek hate lidarxistin, hemû pêkhateyên Iraqê tevlî wê konferansê bûn. Li Şengalê jî komxebatên xweser û giştî hatin kirin. Ji bo komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Serokatî jî çalaki hatin pêşxistin. Peymana 9’ê Cotmehê, dagirkirina Serêkanî û Girê Spî hemû di 9’ê Cotmehê de hatibûn pêşxistin. Dixwestin ew kesên ku li ber DAIŞ’ê sekinîn tasfiye bikin. Gelê me li dijî van hemû komplo, pîlan û êrîşên dagirkeriyê derket.’’

‘RÊVEBERIYA XWESER A ŞENGALÊ TIFAQA CIVAKA ÊZIDÎ PÊŞ XIST’

Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo hilbijartinên parêzgehên Iraqê jî bi berfirehî nirxand û bibîrxist bi xebatên yekîtî û tifaqê wan pêşwazî li hilbijartinan kiriye. Cîhan Celo bibîrxist ku Rêveberiya Xweser a Şengalê bi namzetên xwe beşdarî hilbijartinan bûye û derbarê siyasete tifaqê de ev nirxandin kir: ‘’Ji bo hilbijartinê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê tifaqekê hate avakirin. Partiyên siyasî yên li Şengalê beşdarî vê tifaqê bûn. Heya niha ti hêz nekarîbû aliyên siyasî bigihîne tifaqê, ev kar jî bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê hate pêşxistin. Vê tifaqê ber bi deşta Nînowayê jî berfireh bû û bi navê Yekîtiya Gelên Nînowayê beşdarî hilbijartinên parêzgehan bû. Hêza ku li Şengalê hatibû avakirin, gelên deşta Nînowayê jî xwestin tevlî vê hêzê bibin. Di dîroka Êzidiyan de cara yekem e ku 4-5 partiyên siyasî dibin yek.’’

‘PDK’Ê BI LÎSTIKÊN XWE ENCAMÊN HILBIJARTINÊ GUHERAND’

Cîhan Celo anî ziman ku li gor encamên destpêkê yên hilbartinên parêzgehan, namzetê wan Qasim Keşko ji bo encûmena parêzgeha Mûsilê hate hilbijartin û derbarê destwerdana PDK’ê ya li encamên hilbijartinê ev agahiyên girîng dan: ‘’Ji ber nedixwestin gelê Şengalê bi îradeya xwe tevlî encûmena meclîsê bibe lîstik kirin. Ev lîstik ji aliyê Duhok û Hewlêrê ve hatin kirin. Di roja yekem a hejmartina dengan de ji sedî 95 deng hatibûn hejmartin, lê encamên dawî 7-8 roj dereng ket. Dengên ku di dema dawî de hatin hejmartin, sindoqên Dengdana Taybet ên 16’ê Kanûnê bûn. Li ser sindoqên Hewlêr û Duhokê di encamê de guherîn hate çêkirin. Xuya ye di guhertina encamên hilbijartinê de ji aliyê PDK’ê ve lîstik hene.’’

‘PDK NE LI ŞENGALÊ NE LI KAMPAN BI SER KET’

Cîhan Celo da zanîn ku PDK’ê ne li Şengalê ne jî li kampên ku Êzidiyên koçber lê dimînin nekarî biserkeve û wiha pê de çû: ‘’PDK’ê nekarîbû xwe li Şengalê biserxe, Ji ber vê lîstik pêşxist ku namzetê me jî dernekeve. Em dixwazin bêjin, ji lîsteya yekîtîya Gelên Nînowayê kîjan namzet jî were hilbijartin ji bo me ferq nîne lê namzetek ji Şengalê li encûmena meclîsa Mûsilê amade bûya, karîbû nûnertiya gele Şengalê bike û doza mafê wê bike.’’

‘DI 29’Ê KANÛNÊ DE HEM ÊRÎŞA LEŞKERÎ HEM YA SIYASÎ HATE KIRIN’

Di 29’ê Kanûnê de ango roja ku encamên hilbijartinan ji aliye Komîsyona Bilind a hilbijartinê ya Iraqê ve hate îlankirin, dewleta Tirk a dagirker jî êrîşê Şengalê kir. Cîhan Celo balê kişand ser vê rewşê û got: ‘’Êrîşa dewleta tirk di saetên êvarê de hate kirin û di encamê de 5 karker şehîd bûn. Piştî wê bi çend saetan komisyona hilbijartinê encam îlan kir. Wekî ku bixwazin du derb li me bixin, derbek leşkeri yek jî siyasî.’’

‘EM ENCAMÊN HILBIJARTINÊ YA HATİYE RAGİHANDİN QEBÛL NAKİN’

Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo ragihand ku ew wekî Rêveberiya Xweser a Şengalê encamên hilbijartinê ku komisyona hilbijartinê îlan kiriye qebûl nakin û wiha berdewam kir: ‘’Destpêkê Qasim Keşko biserketibû lê di encama lîstikên PDK’ê de, rêza wî hate guhertin. Qasim Keşko bi dengê gelê Şengalê biserket. Ne lîstikek tê de hebû ne zext û zorî hebû. Em xwe û namzetê xwe serkeftî dibînin. Bi taybet PDK’ê nekarî li Şengalê xwe pêş bixe. Ji bo derbeyeke siyasî li me bixin, encamên hilbijartinê dereng xistin. Lîstikên wan ne tenê ji bo namzetê me neçe encûmena parêzgehê ye, ew dixwazin yekîtî û tifaqa ku me pêşxistiye belav bikin. Lê ev yekîtiyeke dîrokî ye û belav nabe. Vî gelî xwe ji tinebûnê ava kir û xwe gîhand xweseriyê, wê xweseriya xwe jî mîsoger bike.’’

Cîhan Celo di dawiya nirxandina xwe de jî diyar kir ku ew ê di sala 2024’an de pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ xurtir bikin û ji bo sala nû ev peyam da: ‘’Hêvî û baweriya gelê me ji Rêveberiya Xweser gelek e, ji bo me di sala 2024’an de hedefa esasî ew e ku em xweseriya Şengalê mîsoger bikin. Dîsa ji bo azadiya serokatî ya fîzîkî mîsoger bibe emê pêngavê jî xurtir bikin. Ji ber ku azadiya Serokatî û xweseriya Şengalê pêk ve girêdayî ne.’’