Şandeya RJAK û Tevgera Azadî li Kerkûkê serdana Xiristiyanan kir

Şandeya RJAK û Tevgera Azadî li Kerkûkê bi boneya sersala nû serdana nûnerên Mesîhiyan kir.

Şandeya RJAK û Tevgera Azadî li Kerkûkê bi boneya sersala nû serdana nûnerên Mesîhiyan kir û li ser rewşa bajêr axivîn. Şande ji aliyê Metran Yûsif Toma ve hat pêşwazîkirin. Di serdanê de her du aliyan tekezî li ser girîngiya pêkvejiyana di navbera pêkhate û baweriyên cuda de kir, bi taybetî li bajarê Kerkûkê.

Di serdanê de aliyan bal kişande ser girîngiya azadî û mafên mirovan ku di dema borî de paşve çûne. Her wiha her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina mafên jinan ji her cure zext û tundiyê kir. Di serdanê de, Kovara Tirûske û pirtûka Lêkolînek li ser Pirsgirêka Jinan ku ji aliyê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê ve hatibû amadekirin, pêşkêşî nûnerên Mesîhiyan ên li Kerkûkê hatin kirin.

Di dawiyê de behsa pêkanîna hikûmeta nû ya xwecihî li Kerkûkê hate kirin ku bikare bê cudahî mafên hemû pêkhateyên bajêr bi taybetî mafên jin û zarokan biparêze û her du aliyan hêvî kir ku sala nû ji bo hemû pêkhate û baweriyên cuda bibe sala xweşiyê.