Dewleta Îranê 3 kolber birîndar kirin

Di encama gulebarana hêzên dewleta Îranê de, li ser sînorê Baneyê 3 kolber birîndar bûn.

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê belav kirî duh li sînorê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de 3 kolber birîndar bûne.

Her wiha hate diyarkirin ku kolberên birîndar bûne bi navê Mehdî Sîmayî xelkê Seqîz, Arman Mihemedî xelkê Sine û Mîhran xelkê Kamyaran e.

Hate ragihandin ku kolberên birîndarbûne rakirine nexweşxaneyê.