Dewleta Tirk li Biradostê êşkence li 3 birayan kir

Artêşa Tirk a dagirker li herêma Biradostê 3 bira revandin û êşkence kirin. Hat diyarkirin ku ciwanan radestî PDK’ê hatine kirin.

Hat ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker li herêma Biradostê 3 birayên ku pezên xwe diçêrandin revandine. Hate hînbûn ku ciwanên hatine revandin li ber pezê xwe bûn û dûrî baregehên artêşa Tirk a dagirker bûn.

Hate diyarkirin ku her 3 bira heta derengiya şevê hatine êşkencekirin û piştre radestî hêzên çekdar ên PDK’ê yên Malbata Barzanî hatine kirin.

Aqûbeta 3 birayên ku radestî PDK’ê hatine kirin, naye zanîn.