AKP dengdêran tîne Artemêtê

AKP ji hilbijartinên herêmî re 3 meh maye, dest bi hîleyên hilbijartinê kir. AKP’a ku bi salane li navçeya Artemêtê winda dike, dengdêran tîne navçeyê. Di nava vê meha dawî de 80 malbat li Yenî TOKî û Kiracilar TOKÎ bi cih kirin.

Piştî ku parlamentera DEM Partiyê ya Qersê Gulîstan Kiliç Koçyîgît hîleya anîna dengdêran a li Qersê anî rojeva Meclîsê, li Wanê jî heman rêbazê bi kar tîne. AKP a ku bi salane di hilbijartinên Wanê de winda dike, dest bi hîleya guhertina dengdêran a ku berê li navçeya Çataxê kiribû, niha li navçeya Artemêtê dike. AKP'ya ku beriya niha li ser keyayan ferz kiribû ku di yek sindoqê de dengê xwe bidin, lê nekarîbû bi keyayan bide qebûkirin, niha TOKÎ’yên ku di dema erdhejê de çêkiribû ji bo qeydkirina dengdêran bi kar tîne

JI MIROVÊN ANÎN PERE NASTÎNIN

AKP dengdêran li xaniyên Yenî TOKÎ û Kîracilar TOKÎ yên ku bi salane valane bi cih dike. Di nava meha dawî de 80 malbatên ku ji derve hatine li ser bi navê ‘erdhejzedeyan' li van xaniyan tên bicihkirin. Ji van malbatên ku hatine bicihkirin heqê kirê, ceyran, gaza xwezayî û hwd. nayê standin. Ev pere ji butçeya malbatên din ên li TOKÎ'yê dimînin tê xerckirin.

‘HETA HILBIJARTINÊ LI VIR BIMÎNIN, EM Ê VAN XANIYAN BIDIN WE’

Niştecihên TOKÎ'yê der barê mijarê de agahî dan û diyar kirin ku malên ku bi salan e vala ne di nava meha dawî de hatine dagirtin. Şêniyên TOKÎ'yê anîn ziman ku ji kesên di bin navê ‘erdhejzedeyan’ tanîne vir pere ji wan nastînin, lê ji wan distînin û wiha gotin: “2 sal di ser erdhejê re derbas bûn. Ji nişka ve hinek malbat anîn, qeydên wan çêkirin û gotin erdhejzede ne. Dema em li hember vê rewşê derketin, bersiva ’Têkiliya wê bi we re tuneye, dewlet van welatiyan bi cih dike' dan me. Di vê rewşê de em mexdûr bûn. Me van TOKÎ'yan di 20 salan de kirîn, niha jî bêpere alîgirên xwe bi cih dikin. Em bi hin malbatan re axivîn, ji wan re hatiye gotine ‘Heta hilbijartinê li vir bimînin, piştî hilbijartinê em ê van xaniyan bidin we’. Ev hewldaneke anîna dengdêran e."

PIŞTÎ KU HDP’Ê HILBIJARTINÊN 2019’AN QEZENC KIR QEYÛM ŞANDIN

Li navçeya Artemêtê ya ku AKP bi hîleyan dengdêran tîne wir 76 hezar dengdêrê wê hene. HDP di hilbijartinên sala 2019'an de bi rêjeya ji sedî 53'an bi ser ketibû, AKP'ê mazbata nedabû Hevşaredarên HDP’ê û li şûna wan Îsmaîl Say weke qeyûm tayîn kiribû.