Kurdek ji aliyê hêzên Îranê ve bi êşkenceyê hate qetilkirin

Hêzên Îranê Kurdê bi navê Mansoûr Salamat ê binçavkirî, bi êşkenceyê qetil kir.

Kurdê bi navê Mansoûr Salamat li navendeke ewlehiyê ya li bajarê Urmiye yê eyaleta Kurdistan a Şran’ê hate binçavkirin. Salamat bi êşkenceyê hate qetilkirin. Li gorî agahiyên rêxistinên mafên mirovan ên li welêt kar û xebat dimeşînin, li gundê Pasan ê herêma Targawar Mansoûr Salamat bi hinceta ku “çeka nêçîrê pê re bû” hate binçavkirin, di encama êşkenceyê de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

Hêzên dewletê ji malbata Salamat re got ku, ji ber stresa zêde û zextê felç bû û jiyana xwe ji dest da.

Cenaze ji aliyê malbata ve Salamat ve, duh li gundê wî hate veşartin.

Ji destpêka sala 2023’an ve li navendên binçavkirinê û girtîgehan ên li Îranê, herî kêm 8 Kurd bi êşkenceyê hatin qetilkirin.