‘Pêwîstiya cîhan û Rojhilata Navîn bi Rêbertî heye’

Çalakvanên Wargaha Penaberan a Mexmûrê çalakiya girtiyên zindanan û dayikên di nobeta edaletê de silav kirin û wiha gotin: “Divê demildest Rêbertî azad bibe.”

Bi pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ li Kurdistan û dervayî Kurdistanê çalakiyên cihreng hatin destpêkirin. Herî dawî di çarçoveya vê pêngavê de li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê girtiyên siyasî dest bi gireva birçîbûnê û dayikên Bakurê Kurdistanê jî dest bi nobeta edaletê kirin.

Çalakvanên nobetê yên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan di çalakiyê de ne, têkildarî vê yekê ji ANF’ê re re axivîn û çalakiyên ku hatine destpêkirin silav kirin.

Husîn Seyhan di destpêka axaftina xwe de pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ silav kir û wiha got: “Bi destpê kirina pêngava li Ewropa ji aliyê gelên azadîxwaz û gelê Kurd ve jî diyar dibe ku îdolojî ya Rêber Apo ya azadîxwaziyê hatiye fam kirin. Nûnerên 74 welatan pêngave ‘Azadî ji bo Rêber Ocalan, ji bo pirsgirêka Kurd çaresertiya siyasî’ dan destpêkirin. Di bin vê pêngavê de gelek çalakiyên cûda li wargeh, Avrûpa û Bakurê Kurdistanê hatin destpê kirin. Divê ne tenê gelê Kurd hemû gelê azadîxwaz ji bo azadiya Rêbertî û Kurdistanê li ser lingan bin. Sîstema heyî êdî xetimiyê pêwîstiya cîhan û Rojhilata Navîn bi Rêbeti heye. Sîstema heyî hemû gelan tine dike yên ku mîna ronahiyê li hemberî radiweste Rêbertî ye. Her kes jî gihiştiye vê qenetê ku kîlîla çareseriyê Rêber Apo ye. Pêwîste li ser vê bingihê çalakiyên heyî werin xurt kirin û demil dest Rêbertî were azad kirin. Azadiya Rêber Apo azadî ya me, ya gelê azadîxwaze û ya cîhanê ye.”

Xerîc Nerexî di destpêka gotinên xwe de diyar kir ku pêwîste gelê Kurd li hemberî tecrîd û êrişên li ser gelê Kurd rabe ser xwe û wiha pêde çû: “Armanca çalakiya me ji bo azadiya Rêbertî ye. Em bang li ciwan, jin, kal û pîran dikîn ku ji 7 salî heta 70 salî rabe ser xwe dem dema rabûnê ye. Em çalakiyên gerîlayan, çalakiya dayîkên Bakur û girtiyên zindanan silav dikîn. Ev 5 mehin li vir çalakiyek tê meşandin. Em êrişên dewleta Tirk ya dagirker ya li ser Rojavayê Kurdistanê jî şermezar dikin.”

Bapîr Gundikremoyî di destpêka axaftinên xwe de balkişand li ser girîngiya yekîtiya gelê Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistanê û wiha anî ziman: “Pêwîste em hêviyê ji kesê nekin, kes nayê Rêbertî û Kurdistanê ji me re azad nake. Divê em bi xwe li xwe bibin xwedî.  Çawa em li hev dibin xwedî divê me li Serokatiya xwe jî bibin xwedî. Em bi yek dengî ne rabîn bi yek dengî ne rûnîn wê rewşa me ji niha gelek xirabtir bibe. Ji bo Serokatî fedakarî û çalakî tê xwestin, çalakiyên me kêm dimînin. Me gotiye dem dema azadiya Rêbertiyê ye pêwîste em vê demê bi serbixîn. Ger em bihêzekî yek dest rabin ser xwe emê Rêberti bi fîzîkî azad bikin, emê êrişên li ser Kurdistanê jî berteref bikin. Em bang li tevahî gelê Kurd dikin ku di vê pêvajoyê de her kes ji aliyê xwe ve rabe û bêdengiya  heyî bişkîne.”