Girtiyê nexweşê penceşêrê, jiyana xwe ji dest da

Girtiyê bi navê Naîf Aybar ê 63 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê û ew salek bû tedawiya penceşêrê didît, jiyana xwe ji dest da.

Naîf Aybar ê 63 salî ji ber sûcekî edlî li Girtîgeha Tîpa T a Wanê dihat ragirtin, di danê sibehê de jiyana xwe ji dest da.

Hat zanîn ku Aybar beriya salekî bi nexweşiya penceşêrê ketibû û tedawî didît.

Cenazeyê Aybar ji bo otopsiyê birin Navenda Tibê ya Odabaşi ya Dûrsûn.

Hat zanîn ku tevî hemû serlêdanên li nexweşxane, dozgerî û Saziya Tiba Edlî hatine kirin jî Aybar nehatiye berdan.