Navê 5 karkerên li Şengalê şehîd bûn hatin eşkerekirin

Nasnameyên 5 karkerên Rojavayê Kurdistanê ku duh li Kora Simoqya ya Şengalê şehîd bûn, eşkere bûn.

Balafira dewleta Tirk a dagirker duh sê caran konê karkerên Rojavayê Kurdistanê ku bîrên avê ji bo gundên Kora Simoqya ya Şengalê dikolandin bombabaren kir û di encamê de 5 karker şehîd bûn.

Agahiyên nasnameya welatiyên hatin qetilkirin ji ber ku ji Rojava ne, dereng hatin girtin. Li gorî agahiyên ku Rêveberiya Xweser a Şengalê bi Rojnewsê re parvekirine, nasnameya 5 karkerên ji Rojava wiha ne:

Nav: Remezan Hamadî

Navê Bav: Elî

Navê Dayik: Xud El-Elî

Dîroka ji dayikbûnê: 2002

 

Nav: Şahîn Elî

Navê Bav: Mistefa

Navê Dayik: Şemsê

Cih û dîroka ji dayikbûnê: 1999 Kobanê

 

Nav: Hisên El-Hisên

Navê Bav: Mihemed

Navê Dayik: Necûd El-Muhamed

Cih û Dîroka ji dayikbûnê: Taybe

 

Nav: Ehmed El-Mihemed Elkî

Navê Bav: Mehmûd

Navê Dayik: Amîne

Cih û diroka ji dayikbûnê: 2000 Reqa

 

Nav: Mûnîr El-Bikûr

Nav Bav: Elî

Navê Dayik: Rûqiye

Cihê ji dayikbûnê: Reqa

Wêneyê yek ji welatiyên hatî qetilkirin Mûnîr El Bikûr nehat bi destxistin.