Yilmaz: Li Kurdistanê ferzkirina sîxuriyê sîstematîk bûye

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku bi awayekî sîstematîk li ser kesên li Kurdistanê têkoşîna mafan dimeşînin zext û sîxurtî tê ferzkirin û got, “Ferzkirina sîxurtiyê sûcê bêpar hiştina ji mafê azadiyê ye."

Di 26’ê Cotmehê de li Hevseroka Rêxistina Navçeya Sûrê ya DEM Partiyê Melîha Comert re ji aliyê polîsên ku ew dişopandin, sîxurtî hat ferz kirin. Di 14'ê Mijdarê de li Zanîngeha Dîcleyê û di 12'ê Kanûnê de li Zanîngeha Munzurê xwendekarên sîxurtî li ser wan hatibûn ferzkirin serî li şaxên ÎHD'ê dabûn û diyar kiribûn ku ji aliyê polîsan ve sîxurtî li ser wan tê ferzkirin. Herî dawî li Amedê Sekreterê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê ya Pîşesazî û Madenê (ESM) ya girêdayî KESK’ê Erhan Gumuş, di 18’ê Kanûnê de ji aliyê kesên xwe wekî ji îstîxbaratê didin nasîn ve hat rawestandin û ji ber sîxurtî qebûl nekir gef lê xwarin.

Serokê Şaxa Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ercan Yilmaz derbarê bûyerên zext û ferzkirina sîxurtiyê yên li Kurdistanê qewimîne ji ANF'ê re axivî.

Yilmaz diyar kir ku bi taybetî piştî sala 2015'an pêvajoya pevçûnê ji nû ve dest pê kir û zextên li ser civakê zêde bûn, pêkanîn antîdemokratîk ên Tirkiyeyê zêdetir bûn û wiha got: “Bi taybetî dema ku me ji sala 2018’an heta îro li arşîva xwe dinêrin dibînin ku 81 welatî bi îdiaya ji ber zextên hêzên ewlehiyê û ferzkirina sîxurtiyê serî li me dane. Kesên ku ji bo mafên xwe têdikoşin û xebatên sendîkayan dimeşînin bi van bûyeran re rû bi rû mane.”

FERZKIRINA SÎXURTIYÊ SISTEMATÎK BÛYE

Yilmazbi bîr xist ku bi taybetî piştî sala 2006’an ferzkirina sîxurtiyê bi awayekî sîstematîk zêde bûye û wiha dewam kir: “Em dibînin ku di hinek deman de der barê van îdiayan serlêdan ji me re nehatiye. Bi taybetî di pêvajoya muzakere û çareseriyê de ku di navbera salên 2013-2015’an de berdewam kir de der barê van mijaran de tu serlêdan ji me re nehatin. Kesên ku xwe wekî polîs û ji îstixbaratê didin nasîn nêzî welatiyan dibin û sîxurtiyê li ser wan ferz dikin, yên qebûl nakin jî gef li wan tê xwarin. Di heman demê de rewşên ku di serlêdanan de vediguhere êşkenceya psîkolojîk jî hene. Her tim şopandin, bi telefonê bêzarkirin, çûna cihê kar û gefxwarinên li ser vê mijarê veguheriye êşkenceya derûnî. Hin serlêdan hene ku gef û heqaret tê de hene. Piraniya serlêdanên di vê mijarê de ji me piştgirî dixwazin û dixwazin ku em bikevin nava liv û tevgerê. Li ser van serlêdanan em daxwaz dikin ku bi serîlêdana Wezareta Karên Hundir, Midûriyeta Polîsan a Amedê û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê ev bûyer bên lêkolînkirin.”

SERLÊDANÊN CÎDÎ HENE

Yilmaz anî ziman ku di demên dawî de der barê ferzkirina sîxuriyê de serlêdanên cidî hatine kirin û wiha pêde çû: “Serlêdanên ku me kirine heta niha ji wezaretê tu bersiv nehatiye dayîn. Ev rewş îdiaya ku ev kes peywirdarên cemaweriyê ne xurtir dike. Ger ev kes ne karmendên dewletê bin yan jî sivîlên din bin ku navê karmendên giştî bikar tînin, pêwîst e dewlet vê mijarê çareser bike û vê sûcdariya li ser personelên xwe ji holê rake.”

LI DIJÎ DESTÛRA BINGEHÎN TEVDIGERIN

Yilmaz da zanîn ku di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de bi amadekirina sînevîzyona li ser rê û rêbazên serlêdana Komeleya Mafên Mirovan hewl didin hişyariya raya giştî bilind bikin û wiha got: “Em ji welatiyan dixwazin ku ji bo hemû mafan serî li Komeleya Mafên Mirovan bidin. Nêzî 40 sal in ÎHD xwedî zanyariyeke dewlemend e. Binpêkirinên bi vî rengî ancax bi têkoşîna li dijî kesên ku van binpêkirinan çêdikin bi dawî bibe. Em ji welatiyên xwe dixwazin ku li ser vê mijarê û hemû binpêkirinên mafan ên ku tên kirin serî li saziyên mafên mirovan, baro û dozgeriyê bidin. Ev hemû pêkanînên heyî li dijî Destûra Bingehîn in. Ev nêzîkatî, bi gotineke herî hêsan mirovan ji azadiyê bêpar dihêlin. Em serlêdanên welatiyan ji bo dawî li vê rêbazê were, weke gaveke girîng ji bo hesabpirsînê dibînin."

DIVÊ LÊPIRSÎN BÊN DESTPÊKIRIN

Yilmaz anî ziman ku bi taybetî li hemberî Kurdan û parêzvanên mafên mirovan ên li Kurdistanê kar dikin, ferzkirina sîxuriyê gelekî zêde ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Kurdistanê têkoşîna maf û mafên mirovan tê meşandin. Pirsgirêka Kurd heye ku ev sed sal zêdetir e çareser nebûye. Bi milyonan kes hene ku dibêjin divê ev pirsgirêk bi rê û rêbazên demokratîk bê çareserkirin. Heval û dostên me yên ku di salên 90’î de ev têkoşîn meşandin, bûne qurbaniyên kujerên kiryar nediyar. Ji bo welatî têkoşîna maf û azadiyê nemeşînin, pêkanînên bi vî rengî hatin pêşxistin. Em careke din bi taybetî bang li Wezareta Karên Hundir dikin; divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Heya ku ev mijar neyê çareserkirin û derbarê îdiayan de lêpirsîn neyê destpêkirin, wê ev hemû kiryar ji aliyê rayedarên dewletê ve hatine kirin bên dîtin. Pêwîst e li ser vê mijarê lêkolînên bi bandor bên kirin. Eger berpirsên van kiryaran, karmendên dewletê bin, divê ji peywirê bên dûrxistin û derbarê wan de lêpirsînên cezayî û îdarî bên destpêkirin."