Li Hespistê dorpêça leşkerên Tirk didome

Li Hespirstê dorçêçla leşkerên Tirk 9 roj in didome. Di ketina gund de nasnameyên gel tên kontrolkirin.

Li gundê Hespist ê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê bi hinceta “îxbar heye” di 21’ê kanûnê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin, ketin û derketina wî hatibû qedexekirin û gund hatibû dorpêçkirin. Dorpêça leşkeran a li gund 9 roj in didome.

Leşker di nava gund û ketina gund de bi cih bûne û konên xwe vedane. Gundiyên ku her roj di GBT’ê re tên derbaskirin, ji rewşa heyî aciz in û banga hestiyariyê dikin.