Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ êrîşên dewleta Tirk şermezar kir

Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ li Meclîsa Gel a Xanesorê kombûn û êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya dijî karkeran şermezarkirin.

Duh balafirên bêmirov yên dewleta Tirk a dagirker saet 18:00’an li devera Kora Simoqya ya herêma Mezargehê ya girêdayî bajarokê Xanesorê 3 caran li ser hev konê karkerên kolandina bîrên avê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 5 karker şehîd bûn û 2 karker jî birîndar bûne.

Di saet 10.00’an de nûnerên hemû Meclîsên Gel ên Şengalê ku girêdayî Rêveberiya Xweser ya Şengalê ne, li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de nûnerên Meclîsên Gel yên Herêma Erebên Şengalê jî amadebûn. Bi navê sazî û rêxistinên Şengalê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo bi Erebî û bi navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Neam Bedel bi Kurdî daxuyanî dan.

‘SAZIYÊN MAFÊN MIROVAN BÊDENG IN’

Destpêkê Nayîf Şemo bi navê MXDŞ’ê axivî û êrîşa dijî Şengalê şermezar kir û ev bang li saziyên ku xwe weke ‘Parêzvanên mafê mirovan’ binav dikin kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker weke her carî êrîşê Şengalê kir û cihê sivîlan hedef girt ku di encamê de çend karker şehîd bûn. Em bang li NY, Saziyên Mafê Mirovan, Encûmena Asayîşa Netewî dikin ku bi erkên xwe yên mirovî rabin. Lê mixabin, ev sazî li hemberê van êrîşên li ser Şengalê bêdeng in.”

Endama Kordînasyona TAJÊ Neam Bedel jî rexne li bê helwestiya hikûmeta Iraqê kir û got: “Em dewleta Iraqê ji ber hevkariya wî ya bi vê dijminê hov re şermezar dikin. Serweriya Iraqê nemaye û hemû bûye dek û dolab. Eger Iraq piştgiriyê li xelkê xwe nake, wê demê ti serweriyeke wê nemaye. Eger serweriya wê heba, Wê dewletek din ne hatiba li xelkê wê nedaba. Eger Iraq li beramber van êrîşan nesekine û helwest nîşan nede, ew jî hevkarê van êrîşan e.”

Neam Bedel bêdengiya Saziyên Mafê Mirovan yên hemberî êrîşên dewleta Tirk bi zimaneke tund rexne kir û got: “Tiştek bi navê Saziyên Mafê Mirovan nema ye, eger heba wê dewleta Tirk nekarîba ev kiryarên hovane li hember mirovên medenî pêk bîne.”