Tevgera Azadî ji bo dubarenebûna komkujiya Helebceyê, banga yekîtiyê kir

Tevgera Azadî diyar kir ku metirsiyeke ji Komkujiya Helebceyê hîn mezin heye û got ku divê civaka Kurd di çarçoveya sîstema xweseriya demokratîk de xwe rêxistin bike û têbikoşe.

TEVGERA AZADÎ

Bi boneya 36 saliya kîmyabarana Helebce û şehîdbûna zêdetir ji 5 hezar Kurdên bêguneh, Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye;

“Di demeke ku 36’emîn salvegera şehîdên kîmyabarana Helebceyê bibîr tînin de, dîrok xwe dubare dike. Piştî 36 salan dagirkerî, êrîşên kîmyewî, bombeyên nukleerî û her cûre çekên qedexe li dijî gelê Kurd tên bikaranîn. Tenê cih û erdnîgarî hatine guhertin, nexwe Kurd ji ber têkoşîna xwe ya rewa tên dagirkirin, qetilkirin û hewla tunekirina Kurdan berdewam dike.

Zihniyeta dagirkerî û mêtingeriyê ya li ser gelê Kurd, çi rejîma Baas be, çi jî rejîma AKP-MHP’ê be, heman zihniyete. Ji bo wan girîng e ku Kurdekî azad û dilxwaz tune be.

Zîhniyeta dagirkerî û çewisandina gelê Kurd, çi rejîma Baas a Iraqê be û çi rejîma faşîst a AKP-MHP’ê û çi sîstemeke din a desthilatdariyê be, heman zîhniyete. Ji bo wan a girîng ew e ku Kurdekê azad û xwedî îrade nebe.

Piştî 36 salan ji kîmyabaran û şehîdbûna zêdetirî 5000 Kurdên bêguneh ên Helebce, desthilatdarên Başûrê Kurdistanê heta niha jî ji vê komkujî û jenosîdê ders dernexistine. Her wiha nekarîn li Başûrê Kurdistanê yekîtiya netewî ya Kurdan ava bikin, hemû aliyan bînin gel hev û li hember dijminan yek helwest nîşan bidin.

Rejîma wêranbûyî ya Baasê ji bo tunekirina gelê Kurd û têkoşîna wê ya azadiyê her cûre qirkirin bikar anî. Lê bi biryardariya ku wê demê hebû, nekarî bigihêje encamê. Lê niha em dibînin ku bi saya vê desthilata Herêma Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê tiştek bi navê îrade û têkoşîna netewî nemaye. Rewş gihiştiye wê astê ku metirsiya tunekirinê bikeve ser statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê û sîstema federal a Iraqê.

Lewma ger gelê Kurd û civaka Kurd a Başûrê Kurdistanê xwe ji nû ve birêxistin neke, di çarçoveya sîstema xweseriya demokratîk û têkoşîneke bîrdozî û rêxistinî de şer neke, tişta li pêşiya me wê ji qirkirina Helebceyê gelek xerabtir be.

Di dawiyê de em bejna xwe li hember şehîdên Helebce û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin. Em banga xizmetgûzariyeke zêdetir ji bo birîndarên kîmyabarana Helebce û hemû xelkê bajarê şehîd Helebce dikin. Bi taybetî em dibînin ku dewleta Tirk a dagirker zêdetir gefan li ser xaka Başûrê Kurdistanê dixwe, em banga yekrêziya zêdetir ya ji bo yekîtiya netewî li aliyên Kurd dikin.”