Pêkhateyên Şengalê bi dirûşma ‘Ji dagirkeriya Tirk re na’ meşiyan

Pêkhateyên Êzidî û Ereb ên Şengalê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî planên dagirkeriya Tirk û xiyaneta PDK'ê meşeke girseyî ya bi dirûşma ‘Ji dagirkeriya Tirk re na’ li dar xistin.   

ŞENGAL MEŞ

Hemû sazî û rêxistinên Şengalê û pêkhateyên Êzidî û Ereb li ber Mekteba Sor kom bûn û berzkirina dirûşmên ‘Ji dagirkeriya Tirk re na’, ‘Bijî berxwedana Şengalê’ û ‘Bimre xiyanet’  heta ber avahiya Navenda Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê meşiyan.

Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Dexîl Îbrahîm li ber avhiya ewlehiyê daxuyanî xwendin.

Dexîl diyar kir ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê êrîşî Şengalê dike û wiha got: "Di van êrîşa de di nav de zarok û jin jî hene  şervan, sivîl hatine  hedefgirtin û şehîd bûne. Her ku diçe metirsiya van êrîşa li ser Şengalê zêde dibe. Sedema zêdebûna van êrîşan jî bêdengiya hikûmetê ye. Mixabin di serî de Neteweyên Yekbûyî, dewleta Iraqê û saziyên parastina mafê mirovan bêdeng dimînin. Ev êrîşên pêk tên rixmî ku saziyên peywendîdar ên dewletê li ser van bûyeran lêkolîn dikin û dibin şahidê van binpêkirinan lê bi tu awayî dengê xwe nakin. Ev bêdengiya hikûmeta Iraqê bi me re gumanan çêdike."
Dexîl bi bîr xist ku planên dagirkirinê yên dewleta Tirk statuya Başûrê Kurdistanê dixe xetereyê û wiha domand: "Pêwîst e aliyên Başûrê Kurdistanê meydanê ji PDK'ê re vala nekin û îxaneta PDK'ê a li hemberî gelê Kurd qebûl nekin. Pêwîst e Iraq hedefa dewleta Tirk bibîne û nebe şirîkê ji destdana beşekî mezin ji axa Iraqê.  Em bang li tevahiya hêzên siyasî,civakî û tevahiya aliyên niştimanî ên Iraqê dikin, li hember van êrîşan bêdeng nemînin û çavê xwe ji vê dagirkeriyê re negirin. “ 
Piştî daxuyaniyê li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ'ê Şemê Remo  axivî û got : “Gelê me ku di fermanê re derba bûya, di neh de bi destê dewleta Tirk tê hedef girtin û zarokên me şehîd dikin. Rojane balafir li ser serê me digerin. Eger Iraq ne şirîkê van plan û êrîşan be wê bê dengê nema û nedihişt ku ev êrîş pêk werin. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê naxwaze ku xelkê me veger Şengalê û ji bo vê êrîşên xwe pêk tîne. Bila dijminê me baş bizanibe heya dawî.”

Piştre nameya ku li ser navê gel hatiye nivîsandin, ji bo bigihînin ber destê hikûmeta Sûdanî bikin radestî rayedarên ewlekariya niştimanî a Iraqê kirin.

Piştî radestkirina nameyê çalakî bi dawî  bû.