KNK: Dewleta Tirk plana Helebceyên nû dike

Konseya Rêveber a KNK’ê diyar kir ku dewletên dagirker plan dikin ku komkujiyên Helebceyên nû pêk bînin û ji bo pêşî li komkujiyên nû were girtin û berjwendiyên gelê Kudistanê bên parastin, bang li hemû hêzan kir ku bêdeng nemînin.

KOMKUJIYA HELEBCE

Rejîma faşîst a Sedam di sala 1988’an de li Helebceyê li dijî gelê sivîl êrîşa bi çekên kîmyewî pêk anî û komkujî pêk anî. Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera 36’an a komkujiya Helebceyê daxuyaniyek nivîskî weşand û komkujî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 16’ê Adara 1988’an di êrîşa bi çekên kîmyewî ya li ser bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê de bihezaran Kurd hatin qetilkirin, bi hezaran birîndar bûn û ji cihên xwe hatin kirin.

KNK’ê destnîşan kir ku Komkujiya Helebceyê nîşanî hemû cîhanê da ku dijminahiya li hemberî gelê Kurd çiqas kûr e û got ku bi hezaran, Kurd, jin, mêr, zarok û kal bi çekên kîmyewî bi hovane hatin qetilkirin.

KNK’ê wiha got: “Ev komkujî li ber çavê hemû cîhanê hat kirin, lê ti dewlet li dijî vê yekê nerabûn. Neteweyên Yekbûyî, DYE, Ewropa û welatên din li dijî vê komkujiyê bêdeng man. Tenê dema rejîma faşîst û dîktator a Sedam, ji bo berjewendiyên xwe weke gef dîtin, dengê xwe bilind kirin.

Îro heman senaryo ji aliyê dewletên dagirker ve tê dubarekirin. Di van rojan de di serî de dewleta Tirk, dewletên dagirker, rejîma dîktator û nîjadperest a AKP-MHP’ê ji bo li dijî gelê Kurd qirkirin û komkujiyên nû pêk bîne, planên nû amade dike û dixwaze van planên xwe bixe pêk bîne. Tê plankirin ku hikûmeta navendî ya Iraqê jî, di halêhazir de hikûmeta herêmî jî tevlî van planan bibin û hêzên PDK’ê jî di nîva van planan de cih digirin. Ev plan li her çar parçeyên Kurdistanê gefê li gelê Kurd dixe.

Lewma em bang li hemû hêz, partî, rêxistinên siyasî, saziyên civakî, welatparêz û kesên bi wijdan dikin ku li dijî planên dagirkeriyê hewlest nîşan bidin û bêdeng nemînin. Encex bi vî rengî em dikarin xwedî li şehîdên Helebceyê derbikevin. Encex bi vî rengî em dikarin pêşî li komkujiyên mîna Helebceyê bigirin û berjewendiyên gelê Kurdistanê biparêzin.

Em şehîdên Helebceyê bi hemû hestên xwe yên welatparêziyê bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê ji bo yekîtiya xwe ya neteweyî wezîfeya ku dikeve ser milê me xurt bikin û li dijî dijminê qirker û kujer têbikoşin.”