‘Newroz semboleke neteweyî ye û em ê li binarê Qendîlê pîroz bikin’

Endama Tevgera Azadiyê Sara Rezayê têkildarî Newroza îsal wiha got: “Newroz semboleke neteweyî ye û pîrozkirina Newrozê li binarê Qendîlê, çandeke kevnar e û em ê Newrozê li binarê Qendîlê pîroz bikin.”

NEWROZA QENDÎL

Endama Tevgera Azadiya Kurdistanê Sara Reza der heqê Newroz û dîroka wê de ji ANF’ê re axivî û got: “Newroz bîranîneke taybet e û semboleke netewî ye, remza têkoşînê ye, têkoşîn û xebata Kawayê Hesinkar a li hemberî zilm û sîstema Dehak e. Pîrozkirina wê nîşaneyek e ji bo wan têkoşeran ku li hember Dehakên îro ku Tirkiyeya faşîst û bi taybetî Erdogan e, li ber xwe didin. Lewma em her sal Newrozê wek boneyeke neteweyî pîroz dikin.”

Sara Rezayê îşaret bi girîngiya pîrozkirina Newrozê li qûntara Qendîlê kir û got: “Berî hatina Îslamê Kurd Zerdeştî bûn û ji bo wan agir pîroz bû. Lewma wan hez ji çiya û siruştê dikir, pêwîstiya wan bi agir hebû. Newroza Qendîlê mayîna çandeke Kurdan a kevn e. Ji çar parçeyên Kurdistanê û ji derveyî welêt kes tên û her sal Newrozê li Qendîlê pîroz dikin. Ev yek cihê şanaziyê ye. Her gel xwedî bîranîn û boneyên xwe yên taybet e. Gelê Kurd jî xwedî Newrozê ye û her sal wê pîroz dike.”

Sara Rezayê behsa amadekariyên Newroza li Qendîlê kir û got: “Em salane ji hemû bajarên cuda wekî Silêmanî, Kerkûk, Qeladizê, Hewlêr, Germiyan û hwd. desteyekê pêk tînin. Ev deste ji bo Newroza Qendîlê bangewaziyê dike û em hejmareke telefonê diyar dikin ji bo têkiliya gel. Ji bo îsal ji ber rasthatina meha Remezanê û Newrozê gelek amadekarî hatine kirin. Xwarin û kon ji bo hemû beşdaran hatine dabînkirin û dikarin li wir fitara xwe vekin. Bi şev jî bernameyên zindî hene. Keç û kur bi xetîreyên agir ji çiyayan dê bêne xwarê.”

Sara Rezayê her wiha pîrozbahiya xwe arasteyî hemû gelê Kurd kir û ji bo pîrozkirina Newroza li binarê Qendîlê bangewazî kir.