‘Heta ku windakiriyên me bên dîtin em dest ji çalakiya xwe bernadin’

Xizmên windayan û endamên ÎHD’ê li 3 bajaran hatin ba hev û ev peyam dan: “Heta ku windakiriyên me bên dîtin em dest ji çalakiya xwe bernadin.”

XIZMÊN WINDAYAN

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windakiriyan çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” ku her hefte li Amed, Êlih û Colemêrgê li dar dixin domandin.

AMED

Şaxa ÎHD’a Amedê û malbatên windakiriyan li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê cara 788’an hatin bahev. Li qada ku çalakî lê hate kirin, wêneyên windayan hatin hilgirtin. Malbatan jî wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê ku qûrbaniyên Komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn de aqûbeta rojnamevan Nazim Babaoglû yê di 12’ê adara 1994’an de li navçeya Sêweregê ya Rihayê hate windakirin hate pirsîn. Endamên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê û gelek nûnerên saziyên sivîl beşdarî çalakiyê bûn.

Nûnerê DÎSK Basin-Îş’ê Hakki Boltan, kesên di Komkujiya Helebçeyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û wiha got: “Em ê liv ê erdnîgariya ku şer lê serwer e bibin dengê aştiyê.”

Yek ji malbatan windakiriyan Masîde Ocak jî diyar kir ku edaletê dixwazin û wiha got: “Em ji hev bi kîlometreyan dûr jî bin bi heman bawerî û daxwazê her rojên şemiyê li bajarên cuda li qadan e. Heta ku windakiriyên me bên dîtin em dest ji çalakiya xwe bernadin.”

Yek ji rêvebera Şaxa ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî, çîroka Nazim Babaoglû xwend û diyar kir ku heta faîl neyên dîtin dê têkoşîna xwe bidomînin. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.  

ÊLIH

Li Êlihê malbatên windakiriyan û endamên ÎHD’ê di hefteya 624’emîn a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin bahev. Pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê Gulistan Sonuk jî di nav de gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya li vê derê de jî qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn. Yek ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê Rezan Baytar, vê hefteyê têkildarî komkujiyê daxuyaniyeke kurt da û kesên jiyana xwe ji dest dan bibîranîn. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û malbatên windakiriyan li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin bahev. Rêveberên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê û gelek malbatên windakiriyan vê hefteyê tev li vê çalakiyê bûn. Di hefteya 114’emîn a çalakiya ku wêneyên windakiriyan hatin vekirin de ji bo Haci Mihçi yê di sala 1987’an de dema ji gundê Zêrêlê diçû gundê Kavle serdana xizmên xwe ji aliyê leşkerên derketin operasyonê ve hate qetilkirin, edalet hate xwestin.

Endamê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Kûrûş Akgul jî bal kişand ku kujerên Mihçi hêj nehatine dîtin û xwest leşkerê ku Mihçi kuştiye bê tespîtkirin û darizandin. Akgul, destnîşan kir ku weke Mirovên Şemiyê ji bo leşker were darizandin dê dengê xwe bilind bikin û destûr nadin ku aqûbeta Mihçi bibe kiryareke nediyar.