Doza malbata Şenyaşar: Dadgeh ne xwedî wê îradeyê ye ku biryarek adilane bide

Di rûniştina doza têkildarî êrîşa li dijî malbata Şenyaşar de serbestberdana Fadil Şenyaşar ê 6 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin hat redkirin û rûniştin taloqî 7'ê Hezîranê hat kirin.

Rûniştina 5'emîn a doza der barê komkujiya li hemberî malbata Şenyaşarê de ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de ji aliyê parêzvan û xizmên Parlementerê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildizê ve 3 kes hatin qetilkirin, îro li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat lidarxistin.

Rûniştina doza ku 4 jê girtî 30 kes tên darizandin de,  li avahiya xizmeta pêvekî ya Dadgeha Ceza ya Giran a li navçeya Çirmikê hat lidarxistin.

Fadil Şenyaşar ê ji ber dozê nêzî 6 sal in gitiye ji Girtîgeha Xarpêtê û bersûcên girtî yên din Enver Yildiz, Mekaîl Şîmşek û Celal Yildiz jî ji girtîgehên lê dimînin bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bûn.

Emîne Şenyaşar a li ber Wezareta Dadê ya li Enqereyê Nobeta Edaletê digire û di komkujiyê de hevjîna xwe û du lawên xwe windakirin û lawê wê parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar ê di komkujiyê de bi awayekî giran birîndar bû, li ber deriyê avahiya rûniştin lê hate lidar xistin nobet girtin. Dayik û lawê wê yên ji Enqereyê hatin Meletiyê weke berteka pêknehatina edaletê ya nêzî 6 sal in bi armanca protestoyê neketin rûniştina eywanê.

Parêzerên malbata Şenyaşar, Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, parlamenterê CHP’ê yê Rihayê Mahmût Tanal, rêveberên Şaxa OHD’ê yên Rihayê û nûnerên Baroya Amedê tev li bûn. Di rûniştina ku bi tespîta nasnameyan dest pê kir, şahid Mûstafa Dûrmaz ê bi rêya SEGBÎS’ê beşdar bû têkildarî îdiayên dizîna qeydên kamerayan wiha got: “Agahiya min pê nîne. Ez îdiaya ku kesên qeydên kamerayan dizine li ber mala xwe rastî wan hatime qebûl nakim.”

Pişt re dozger xwest ku girtina Fadil Şenyaşar û bersûcên din ên girtî berdewam bike.

Li dijî mutalaya dozger bersûcên girtî Enver Yildiz û Mekaîl Şîmşek daxwaza berdana xwe kirin. Bersûc Celal Yildiz jî daxwaznameyek pêşkeşî dadgehê kir û îdia kir ku gotinên “Ev der herêma Kurdan e” ên Fadil Şenyaşar ên ku di parastinên xwe yên rûniştina beriya niha de gotine sûc in û got: “Cihekî ku jê re dibêjin herêma Kurd nîne, ev der Tirkiye ye.” Serokê dadgehê diyar kir ku Yildiz bûyerê berovajî dike û li gorî dadgehê ne sûc e û got: “Daxwaznameyê bi paş ve bikişîne.” Serokê dadgehê di heman demê de anî ziman ku gotina “Herêma Kurdan” di çarçoveya azadiya ramanê de ye.

Fadil Şenyaşar ê li dijî mutalayê mafê axaftinê girt jî diyar kir ku nehatiye tespîtkirin ku çekên li cihê kar hatine bikaranîn aydê kê ne û got: “Ji bo ku bûyerê berteref bikim, piştî ku bûyer dest pê kir hatim cihê kar û 2-3 dest gule berdan. Ez bi awayekî neheq 6 sal in di hucreyeke yek kesî de têm ragirtin. Bersûcên nehatine girtin hene, lêkolîneke bi bandor nayê kirin. Dema lêkolîneke baş hate kirin dê rastî derkeve holê. Em 30 sal in dikandar in, me heqê kesê nexwariye. Ez dixwazim bêm berdan.”

Yek ji parêzerê malbata Şenyaşar Hîdayet Enmek, bal kişand ku kesên bi hêza cemaweriyê cînayetan dikin her tim tên parastin û wiha got: “Rayedarên ku divê delîlan biparêzin, berpirsyartiya xwe bi cih neanîn û li vê derê pesnê bersûcan didin. Ev yek dide nîşandan ku dê edalet pêk neyê. Dibe ku Fadil ji ber van bêhiqûqiyan 6 salên din jî di girtîgehê de bimîne. Me ev yek qebûl nekir û em ê qebûl nekin. Dê li dijî vê yekê parastina me ya hiqûqî bidome. Heke hinek li cihê ku rayedarên dewletê lê qeydên kamerayan bidizin, demek hêzeke ku ji dewletê xurttir heye. An jî dewletê ji van re çavê xwe girt.”

Parêzerên malbata Şenyaşar Sevda Çelîk Ozbîngol, Bulent Dûran, Îbrahîm Halîl Oyke, Serhat Kûrt, Ayşe Şehrîban Demîrel, Mehdî Ozdemîr û Serdar Ozer parastin kirin û bal kişandin ser kêmasiyên di dosyayê de. Parêzerên malbatê diyar kirin ku muwekîlê wan Fadil Şenyaşar nêzî 6 sal in girtî ye, dema girtinê ya demdirêj hatiye derbaskirin û divê bê berdan. Parêzeran bal kişandin ku di civakê de li bende mayîna edaletê heye û bicihanîna vê daxwazê di berpirsyartiya dadgehê de ye. Parêzeran, destnîşan kirin ku gumana revê ya Fadil Şenyaşar nîne û delîlên ku divê bên komkirin hatine komkirin.

Şandeya Dadgehê piştî beyanan navber da rûniştinê. Piştî navbera hate dayîn parêzerên bersûc Celal Yildiz, Mekaîl Şîmşek û Enver Yildiz parastin kirin. Şandeya dadgehê ya pişt re biryara berdewama girtina Fadil Şenyaşar û bersûcên din ên girtî da û rûniştin taloqî 7’ê Hezîrana 2024’an kir.