Newroza Depê: Abdullah Ocalan qasidê aştiyê ye

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Newroza Depê axivî û got, "Birêz Abdullah Ocalan qasidê aştiyê ye. Di serî de pirsgirêka Kurd ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê keda Birêz Ocalan nebe nabe."

Li navçeya Dep a Xarpêtê bi dirûşma 'Rabe, dema azadî û serketinê ye' Newroz hate pîrozkirin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar di Newrozê de axivî û bal kişand ser gotina serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a “teroristan”ê. Ûçar, ev tişt anî ziman: “Zimanê me înkar dikin. Em bi dengekî bilind bibêjin; divê dewlet bizane ku kurd hene, zimanê me kurdî ye. Bila Îktîdar û AKP’ê vê baş bizane. Em ê bi hev re vê bidin qebûlkirin.”

Ûçar, diyar kir ku divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û wiha pê de çû: “Me Meşa Mezin a Azadiyê li dar xist. Li ser me pêşmalkên spî hebûn. Me ew pêşmalk ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêka kurd, ji bo aştiyê, ji bo baweriya xwe ya bi paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan li xwe kirin.”

Di berdewamê de Ûçar bal kişand ser hevdîtinên dawî yên wezîrên dewleta tirk ên bi rayedarên Iraqê re û ev tişt anî ziman: “Di demeke ku em ji bo aştiyê dimeşîn de îktîdar bajar bi bajar, welat bi welat digere ji bo ku gelê kurd qetil bike. Encama civîna hatiye parvekirin, peyama domandina şerê li dijî gelê kurd e.”

Ûçar, peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di Newroza 2013’an de bi bîr xist û wiha got: “Gelên Tirkiyeyê di nava hefteyekê de birêz Abdullah Ocalan weke qasidê aştiyê qebûl kirin. Birêz Abdullah Ocalan hêj niha jî qasidê aştiyê ye. Di serî de pirsgirêka kurd, keda wî ya di çareseriya pirsgirêkên din ên li Tirkiyeyê de birêz Ocalan xwedî kedeke mezin e. Lewma jî em ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û ji bo pêkvejiyana gelan ketin rê. Newroz dê bibe yek ji van gavên me. Em ê di hilbijartinên 31’ê Adarê de li Kurdistanê bersiva herî mezin bidin rejîma qeyûm a AKP’ê.”

Ûçar, bal kişand ser qedexeyên li ser zimanê kurdî û da zanîn ku kurdî li Meclisê weke “zimanê nayê zanîn” tê pênasekirin. Ûçar, axaftina xwe wiha qedand: “Heke li vî welatî kurd hêj bikarin bi zimanê xwe biaxivin, heke hêj dev ji têkoşîna xwe bernedabe, ev bi saya têkoşîna Mazlum Doganan, Sakîne Cansizan, Gultan Kişanakan e.”