YJA Starê çalakiya sekvaniyê lidar xist

Gerîlayên YJA Starê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê çalakiya sekvaniyê lidar xist. Di çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin.

ÇALAKIYA SEKVANIYÊ YA YJA STARÊ

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

14’ê Adarê di saet 14.25’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkeriyên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat lidarxistin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî pêk anîn;

13’ê Adarê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 3 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombebarankirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

Di navbera 10-16’ê Adarê qada Dergelê, Serê Metîna, Bêşîlî û Şêlazê ya herêma Metînayê 8 caran, qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 10 caran, qada Ava Lolanê, Kolît, Girê Şehîd Şerîf a herêma Xakurkê 13 caran, qada Girê Zengil, Xêrê, Deşta Kafya, Deriyê Hirçê, Sêdarê ya herêma Garê 6 caran, Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm a herêma Zapê carekê; bi giştî 38 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

10 û 11’ê Adarê qadên Kolît û Geliyê Lolanê ya herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”