Kejal Ebdulqadir: Newroz roja nûbûn û rizgariyê ye

Çalakvan û parêzvana mafên jinan Kejal Ebdulqadir der barê Newrozê de wiha got: “Newroz roja nûbûn û xebat û rizgariyê ye û ji bo min tekane cejn e.”

Çalakvan û parêzvana mafên jinan Kejal Ebdulqadir derbarê Newroz û girîngiya wê de ji ANF’ê re axivî û got: “Newroz cejneke neteweyî ye û gelek gelan xwestiye ku vê çandê bi bîr bînin. Newroz sembola têkoşîn û rizgariyê ye. Lewma gelê Kurd jî yek ji wan gelan e ku her dem şanazî bi vê cejnê kiriye.”

Kejal Ebdulqadirê têkildarî beşdarbûna jinan a li Newrozê wiha got: “Cihê kêfxweşiyê ye ku jin her tim bi coş û kelecan vê rojê pîroz dikin, wekî ku me çend roj berî niha li ser medyaya dîjîtal dît ku jinan çawa kêfxweşiya xwe dianî ziman. Bi taybetî piştî Şoreşa Jînayê her kes bi wêrekî Newrozê pîroz dike.”

Kejal Ebdulqadirê li ser rasthatina meha Remezanê û Newrozê jî ev tişt anîn ziman: “Cejna Newrozê cejneke neteweyî ye û Remezan boneyeke dînî ye. Piraniya Kurdan misilman in, lê belê ev yek ne asteng e ku Newrozê pîroz nekin. Ji bo min Newroz tekane cejn e û pîroz e.”