KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Hevseroka HDP'ê ya Mûşê hate binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de yên li Mûşê, Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Bermal Nergîz hate binçavkirin. -
Dîmenê çalakiya li Xakurkê
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sabotajê weşand ku li Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker hate kirin. -
HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
HPG'ê got, "Hevrêyên me Jîndar Rûmet Meyaser û Zagros Besta yên ku bi wêrekiyeke mezin li dijî dagirkeran şer kirin, şehîd bûn." -
Hevserokê KODAR’ê: Em di qonaxa şerê navbera dewletên herêmê de ne
Hevserokê KODAR’ê Fuad Bêrîtan got “Sîstem tenê bi têkoşîna gelên Rojhilata Navîn dikare bê jinavbirin.” -
Wargeha Mexmûrê beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bû
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê bi daxuyaniyekî ragihandin ku beşdarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” dibin. -
Walitiya Mûsilê der barê şerê PDK’ê û Iraqê de daxuyanî da
Walitiya Mûsilê der barê şerê di navbera leşkerên Iraqê û pêşmergeyên PDK'ê yên li Mexmûrê de daxuyaniyek da û ragihand ku 6 leşkerên Iraqê birîndar bûne. -
Li Mexmûrê di navbera artêşa Iraqê û PDK’ê de şer derket
Li Çiyayê Qereçox yê li Mexmûrê di navbera artêşa Iraqê û çekdarên PDK’ê de şer derket. -
Kongreya DBP’ê: Divê her kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan bikeve nava tevgerê
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz bang li hemû rewşenbîr û nivîskaran kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikevin nava liv û tevgerê. -
Tulay Hatîmogûllari: Niha dema rêxistinbûnê ye
Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku jin dikarin şer û êrîşên dagirkeriyê rawestînin û got, "Niha dema hevgirtin, rêxistinbûn û pêşde çûyînê ye. Em ê derî bi derî, kuçe bi kuçe, tax bi tax bi rêxistin bibin." -
HPG: 2 dagirker hatin cezakirin, konek hate îmhakirin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Konek û droneyek hatin îmhakirin, derb li 7 çeper û kepçeyekê hate xistin. -
HPG'ê gerîlayê şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir û got, "Bi kedkarî û fedakariya xwe bû milîtanek ku li nava hevrêyên xwe dihate hezkirin." -
Malbat ji bo Aydemîr û Gumuş ên hatine windakirin, hatin ba hev
Malbat li Amed û Êlihê ji bo Huseyîn Aydemîr û Yilmaz Gumuş ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine windakirin, hatin ba hev. -
Şandeyeke bilind a leşkerî ya Iraqê li Mexmûrê ye
Şandeyeke bilind a leşkerî ya Iraqê gihişte Fermandeya 14’an a li herêma Mexmûrê. -
Pêkhateyên Şengalê jî beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bûn
Pêkhateyên Şengalê jî bi daxuyaniyek hevpar ragihandin ku beşdarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” dibin. -
Bayik: Karê me yê sereke pêngav bi encam kirine - NÛ BÛ
Bayik: Dostên me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û statûya gelê Kurd dest bi pêngavek kirin. Niha jî divê em erka xwe pêk bînin, beşdarî kampanyayê bibin û bigihin encamê. Ev erka me ya sereke ye. -
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke nû weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke nû weşand ku 19’ê Îlonê li Girê Şehîd Silava a Heftanînê li dijî artêşa Tirk a dagirker hatibû lidarxistin. -
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, eşkere kir û got: “Her kêliyên xwe ji bo mezinkirina têkoşînê û pêkanîna xeyalên azadiyê yên gelê me, bi fedakariyên mezin derbas kirin.” -
Êrîşî balafirgeha Emerîkayê ya li Hewlêrê hate kirin
Carek din êrîşî balafirgeha Emerîkayê ya li herêma Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê hate kirin. -
PDK’ê 15 ciwanên Êzidî binçav kir
Hêzên PDK’ê 15 ciwanên Êzidî yên ji bo tevlî Cejna Cimayê bibin çûn Laleşê, binçav kir. Hat zanîn ku êşkence li ciwanan hatiye kirin û sîxûrî lê hatiye ferzkirin. -
Gerîla statuya Başûr rizgar kir
Di berxwedana dîrokî ya 3 rojan a Mexmûrê de Hewlêr û cihên li pişt wê ku dihat gotin nîvê wê vala bûne, ji destê DAÎŞ’ê rizgar kirin. -
Li Amediyê balafireke keşfê ket xwarê
Hate hînbûn ku li Amediyê balafireke keşfê ketiye xwarê. -
Ji bo rojnamevan Necmedîn Salaz mewlûd hat dayîn
Ji bo rojnamevan Necmedîn Salaz ê ku jiyana xwe ji dest dabû, mewlûd hat dayîn. -
HPG: 25 dagirker hatin cezakirin, 7 kon û çeperek hatin îmhakirin
Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de 25 leşkerên dagirker hatin cezakirin, 7 kon û çeperek hatin îmhakirin, derb li 5 çeperan hat xistin. 2 gerîla jî şehîd bûn. HPG'ê diyar kir ku çalakî ji bo bîranîna fermandar Bêrîtan hatine lidarxistin. -
Avesta: Divê pêngav bi rê û rêbazên afirîner dewam bike
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku divê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ tenê bi daxuyaniyan nemîne û got: "Pêngav divê bi rê û rêbazên cuda, nû û afirêner dewam bike." -
Li Sêrtê 6 kes hatin girtin
Ji 15 kesên ku li Sêrtê hatibûn binçavkirin, 6 jê hatin girtin.