Talebanî: Pêwîstiya Kurdan bi yekgirtinê heye

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî wiha got: “Pêwîstiya Kurdan bi yekgirtinê heye, ne ji hev dûrketinê. Divê em cûdahiyan bixin di xizmeta berjewendiyên hevbeş de.”

DAXUYANIYA BAFIL TALEBANÎ

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bi boneya 36’emîn salvegera Komkujiya Helebce peyamek belav kir.

Bafil Talebanî di beşek ya peyama xwe de îşaret bi giringiya yekitiya netewî kir û got: “Pêwîstiya Kurdistanê bi yekrêzî û yekgirtinê heye, ne parçebûn û ji hev dûrketinê. Divê em cûdahiyan bixin di xizmeta berjewendiyên hevbeş de û ji bîr nekin ku wek Kurd çarenûsa me yeke. Divê berpirsyartiya li beramberî xak û nîştiman cihê fikra cûdakariyê bigre û xizmetguzarî ji bo hemûyan be.”