KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Em li ser xeta Bêrîtan dimeşin'
Gerîla Xebat Mêrdîn anî ziman ku weke şopdarên Bêrîtan ew li ser xeta wê dimeşin û got, "Hevrêyên me yên jin ên li çiyayên Kurdistanê têdikoşin bi rengê Bêrîtan şer dikin û derbê li dijmin dixin." -
HPG'ê gerîlayekî şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê gerîla Hebûn Kardaş bi nasnav (Bijî Amed) bi bîr anî ku sala 2020'î li Amedê şehîd bû û got, "Hevrêyê me Bijî xwe ji fedakariyê neda alî, bi sekna xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak." -
Li Sîdekanê bombe li wesayitekê hate barandin
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Dadîniye yê herêma Biradost a navçeya Sîdekan a Hewlêrê bi balafirên şer bombe li wesayitekê barand. -
Li Şengalê ji bo Rêberê Gelê Kurd çalakiya konvedanê hat destpêkirin
Bi pêşengiya Meclisa pêkhateyên Ereb ên Şengalê, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de ji bo 3 rojan kon hat vedan. -
Dewleta Tirk li Başûrê Kurditanê baregehên nû ava dike
Hate zanîn ku dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê bareghên nû ava dike. -
Şahidê êşkenceya Zindana Amedê Îsa Kizil jiyana xwe ji dest da
Ji şahidên êşkenceya Zindana Amedê ya serdema 12’ê Îlona 1980’î Îsa Kizil jiyana xwe ji dest da. -
Jinan li ser tecrîdê nîqaş kir
Li Şirnexê jin di çarçoveya kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” li dijî tecrîd Îmraliyê hatin ba hev. -
Fermandarê gerîla Diyar Norşîn hate bîranîn
Fermandarê HPG'ê Diyar Norşîn ku 20'ê Cotmeha 2021'ê li Zapê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Kampa Penaberan a Mexmûrê hate bîranîn. -
Umît: Divê her Kurd li dijî dagirkeran pozîsyona xwe li gor xweparastinê diyar bike
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît bal bir ser gurbûna şer li Kurdistanê û Rojhilata Navîn û got: "Her Kurd, her jina Kurd divê li dijî mêtingeriya qirker xwe wek hêzeke şer ava bike." -
Dîmenê çalakiya sûîqestê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiya sûîqestê ya li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî weşand. -
HPG'ê Brûsk Timoqî bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê gerîlayê li Botanê şehîd bû bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevrêyê me Brûsk bi bîranîn, daxwaza xwe ya têkoşînê, wêrekiya mezin û biryardariya xwe wê ji me hevrêyên xwe re timî bibe mînak." -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Şoreş Andok li Wanê hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Şoreş Andok yê di 21'ê Tîrmeha 2021'ê de li navçeya Panos a Agiriyê şehîd bibû, piştî 2 salan ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û veşartin. -
Hêzên dewleta Îranê 6 kolber birîndar kirin
Hêzên dewleta Îranê li ser sînorê navçeya Bane û Newsud ên Rojhilatê Kurdistanê kolber gulebaran kirin, di encama gulebarana hêzên Îranê de 6 kolber bi giranî birîndar bûn. -
Rojnamevan Kaygûsûz hat girtin
Rojnamevan Selahattîn Kaygûsûz bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin. -
Ciwanên Ereb tevlî pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' bûn
Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê ragihand ku ew tevlî pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bûne. -
Kampek mişt rûmet û azadî
Dema ku DAÎŞ'ê êriş kir, xelkê Mexmûrê bû mertal. Ne tenê warê xwe, her wiha parastina tevahiya herêma Kurdistanê kir. Lê belê PDK her tim bûye rênîşanderê dewleta Tirk a dagirker û sîxuriya Mexmûrê dike. -
Serdegirtina avahiya HDP'ê hate protestokirin: Hûn nikarin me bitirsînin
Serdegirtina polîsan a li hemberî avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Cizîrê hat protestokirin û peyama "Hûn nikarin me bitirsînin" hate dayîn. -
HPG: 8 dagirker hatin cezakirin, 2 mobesse û çeperek hatin îmhakirin
Di çalakiyên bi pêşengiya YJA Starê de 8 dagirker hatin cezakirin, 2 kamerayên mobesse û çeperek hatin îmhakirin. -
Ji Fermandariya Biryargeha NPG'ê peyama pîrozkirin
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) fermandar û şervanên li Eyaleta Zapê ji ber çalakiya wan a serketî, pîroz kir. -
Polîsên Tirk li Cizîrê bi ser avahiya HDP’ê de girt
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de, polîsan di saetên sibehê de bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê de girt. -
Agahî ji karkerên Mexmûrî yên ji aliyê PDK’ê ve hatibûn binçavkirin nayê girtin
Karkerên Wargeha Penaberan a Mexmûrê di 17’ê Cotmehê ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin, agahî ji wan nayê girtin. -
Li Sêrtê 5 kes hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de, 5 kesên li Hezexê hatibûn binçavkirin, hatin girtin. -
Daneyên binpêkirina mafê mirovan li Rojhilatê Kurdistanê
Hat ragihandin ku li Rojhilatê Kurdistanê 9 kes hatine îdamkirin, 18 kolber birîndar bûne yan hatine qetilkirin, 48 kes hatine binçavkirin, li Serdeşt û Pîranşarê jî 3 jin hatine qetilkirin. -
Edîtora rojnameya Xwebûnê Nafiye Bal hate binçavkirin
Edîtora rojnameya Xwebûnê Nafiye Bal hate binçavkirin. -
Hevseroka HDP'ê ya Mûşê hate binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de yên li Mûşê, Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Bermal Nergîz hate binçavkirin.