Tevgera Azadî bang li Iraqê kir: Nebin alîgirê êrîşên dagirkeriyê

Tevgera Azadî der barê hevdîtina dewleta Tirk a dagirker a bi rayedarên Iraqê re daxuyaniyek da û bang li Iraqê kir ku nebin alîgirê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk.

DAXUYANIYA TEVGERA AZADI

Desteya Rêveber a Tevgera Azadî têkildarî hevdîtina şandeya dewleta Tirk a duh a li Bexdayê ya bi rayedarên Iraqê re daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: “Bi salane dewleta Tirk a dagirker, hemû siyaseta xwe ya derve û navxwe ji bo tinekirina Tevgera Azadîxwaz ya Kurdan bikartîne. Ya ku niha Erdogan dixwaze bike, ne tenê li dijî Kurdan, di heman demê de ji bo bidestxistina xaka dagirkirî ya di serdema Osmaniyan deye, bi eşkere çavê xwe berdaye ser Kerkûk, Mûsil û Hewlêrê.

Piştî binketina artêşa dagirker ya bi alîkariya NATO’yê, dewleta Tirk dest bi siyaseta çewisandinê kiriye, lê nagihiji armanca xwe. Ji bo vê dest bi hatin û çûyîna li gel dewleta Iraqê kiriye. Hatina vê carê ya Wezîrê Parastin, Mît û berpirsên leşkerî, ji bo bicihanîna planên dagirkeriyê ye.

PDK ji ber binketina xwe ya li Iraqê, dijî gelê Kurd û hikumeta niha ya Iraqê ketiye bin xizmeta plan û dagirkeriya dewleta Tirk.  Divê hemû hêzên nîştimanperwer, dijî vê plana dewleta Tirk di eniyek nîştimanî de rawestin.

Em li bendê ne ku dewleta niha ya Iraqê nebe hevkarê sucên dewleta faşîst ya Tirkiyeyê, rê li destwerdanê bigire û hêzên ku alîkariya dewleta Tirk dikin, weke xayîn bên cezakirin. Pêwîste gelê me jî li Herêma Kurdistanê xwedî helwestek nîştimanî be, yên ku îro alîkariyê didin plan û êrişên dewleta Tirk, yên ku niha dijî biryarên dadgeha federal û daxwazên xelkê Kurdistanê radiwestinin.”