KONGRA GEL: Newroza ji Rêber Apo re azadî pîroz be

KONGRA Gel diyar kir ku divê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” mohra xwe li pîrozbahiyên Newrozê yên li welêt û dervey welêt bide.

DAXUYANIYA NEWROZÊ

Dîwana Hevserokatiya KONGRA GEL têkildarî pîrozbahiyên Newrozê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de di serî de Mazlûm, Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Sema Yuce hemû şehîdên Newrozê hatin bîranîn û wiha hate gotin: “Cejna Newrozê ya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ pîroz be.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Newroza îsal xwedî wateyeke xweser e û hate destnîşankirin ku divê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” mohra xwe li pîrozbahiyên Newroza îsal bide.

KONGRA GEL anî ziman ku tevlîbûna girseyî ya gel a ji pîrozbahiyên Newrozê re pir girîng e û bang li hemû gel hate kirin ku li her qada ku lê ne tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin û dîrokeke nû binivîsin.