BI DÎMEN

Pîrozbahiyên Newrozê li Rojhilat didomin

Bi boneya hatina Newrozê pîrozbahî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi coşeke mezin dewam dikin.

LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ AGIRÊ NEWROZÊ

Newroza azadiyê ku hemû salê li her devera Kurdistanê bi coş û xiroşeke mezin tê pêşwazî û pîrozkirin, îsal jî weke salên bihorî li Rojhilatê Kurdistanê tevî hemû zextên dewleta Îranê bi coşeke mezin destpê kiriye û her roj li gelek deverên wê tên pîrozkirin.

Newroz doh li bajarên Seqiz, Bokan, Mihabad û gelek bajar û gundên din ên Rojhilatê Kurdistanê bi pêxistina agirê Newrozê û gerandina govendan hat pîrozkirin.

Di merasîmên doh de ku sirûdên şoreşgerî hatin qêrîn, girseyên heta derengiya şevê li dora agirê Newrozê gowend gerandin û ji Newroz û demsala Biharê ya sala nû pêşwazî kirin.

Tê payîn ku wê pîrozbahiyên Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê dewam bikin. Wê li hin cihan ku hêj roj û saetên wan nehatine eşkerekirin wê Newrozên fînal jî werin lidarxistin.