Mazlûm Dogan li ser gora xwe hate bîranîn

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li bîranînê axivî û got, "Newroz mîrateya şehîdên Kurdistanê ye. Agirê ku hevrê Mazlûm Dogan pêxist, îro bûye meşaleya azadiyê."

BÎRANÎNA MAZLÛM DOGAN

Pîrozbahiyên îsal ên Newrozê wê li navçeya Depê ya Xarpêtê destpê bikin. Beriya pîrozbahiyê, yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan ku di Newroza 1982'an de çalakiya fedaî kir û birayê wî Delîl Dogan li ser gora xwe hatin bîranîn.

Bîranîn, li ser gorên Mazlûm Dogan û Delîl Dogan ên li gundikê Seyîdan ê gundê Goman ê navçeya Mazgêrd a Dersimê hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û gelek kes tev li bîranînê bûn. Partiyî ji hêla xwişka Dogan, Serap Dogan ve hatin pêşwazîkirin.

Di bîranînê de ji ewil deqeyek rêz hate girtin û piştre jî Bayindir axivî. Bayindir, wiha got: “Em ê agirê ewil ê Newroza 2024’an di 15’ê adarê de li Depê vêxin. Ev Newroz, mîrateya şehîdên Kurdistanê ye. Ew agirê ku rêhevalê me Mazlum Dogan vêxistî, îro bûye meşaleya azadiyê.” 

Bi domdarî Bayindir wiha got: “Em Newroza 2024’an diyarî Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan dikin. Gelê kurd îro li Kurdistanê, Tirkiyeyê û li her devera cîhanê ji bo azadiya rêberê xwe têdikoşe. Di vê Newrozê de jî li tevahiya cîhanê dê bi milyonan kes ji bo Rêberê Gelê Kurd û hevalên wî li qadan bin.”

Di bîranînê de beşdaran qurnefîl danîn ser gorên Mazlum û Delîl Dogan.