BI DÎMEN

Rozerîn Kemanger: Gelên Îranê bi hevgirtinê dikarin siberoja xwe ava bikin

Berpirsa Têkiliyên Dîplomasiyê ya KJAR’ê Rozerîn Kemanger têkildarî hilbijartinên Îranê wiha got: “Gelên Îranê naçin û mohra xwe li heman wê desthilatê nadin ku destên wê bi xwîna jin û ciwanên gel sor in.”

Berpirsa Têkiliyên Dîplomasiyê ya Komeleya Jinên Azad ên Rojhilat (KJAR) Rozerîn Kemanger derbarê hilbijartinên Îranê yên dawî de ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Di hilbijartinên Komara Îslamî ya Îranê yên dawî de gelên Îranê bersiveke baş dan desthilatdarên Îranê ku naçin û mohra xwe ji bo berdewambûna wê desthilatê lê nadin ku destên wê bi xwîna jin û ciwanên Îranê sor in. Destkefta desthilatdariya Îranê ji bilî sêdaredan, serkutkirin, zîndanîkirin û birçîkirinê tu tişt nebûye. Civaka Îranê civakeke hişyar e, careke din neçûn û dengê xwe nedan heman desthilatdariyê.”

Rozerîn Kemangerê li ser boykot û tedbîrên ku Komara Îslamî ya Îranê ji bo beşdarbûnê girtibûn, ev tişt anîn ziman: “Desthilatdarên Îranê gelek rêbaz û tedbîr bi kar anîn ji bo beşdarbûna gel. Siyaseteke nerm meşandin, lê belê gelên Îranê her tim di demên girîng de xwedî helwesteke zelal û karîger bûne. Vê carê jî li hember vê desthilatdariyê bi heman awayî helwesteke zelal û bilind nîşan da. Bi rêjeyeke kêm xelk çû ser sindoqan, lê belê ne zêde ye. PJAK’ê jî bi heman awayî hilbijartin boykot kir.”

Her wiha Rozerîn Kemangerê da xuyakirin ku yên ku bikarin rewşa niha ya Îranê nîşanî cîhanê bidin gelên Îranê ne û wiha domand: “Gelên Îranê bi yekdengî û bi hevgirtinê dikarin siyasetê bikin û siberoja xwe ava bikin. Divê li ser vê rêya xwe berdewam bin û xwedî heman helwestê bin. Bi vî rengî dikarin bi ser bikevin.”