BI DÎMEN

Jinên Mexmûrê: Newroz cejna gelên azadîxwaz e

Jinên Wargeha Penabaran a Mexmûrê Newroza 2024’an pîroz kirin û wiha gotin: “Niha li seranserî cîhanê gelê Kurd bi coşek mezin dadikevin qadan û Newrozê pîroz dikin. Mehek beriya Newrozê em amadakariyên cejna Newrozê dikin.”

Newroz cejna netewî ya gelê Kurd e ku ji B.Z salên 612’an heta niha di nava gelê Kurd de tê pîrozkirin. Îsal jî gelê Kurd bi kelecanek mezin dest bi amadekariyên cejna Newrozê kirine. Têkildarî vê mijarê û cejnên berê yên Newrozê çawan dihatin pîrozkirin, jinên Wargeha penaberan a Mexmûrê ji ANF’ê re axivîn.

Hacer Kara di destpêka axaftinên xwe de da xuyakirin ku di demê berê de ji ber zilma dijmin ne dikarîn cejna Newrozê pîroz bikin û wiha got: “Berê jî me dizanî em Kurd in, lê ti heq û hiqûqên ku em bikaribin xwe nasbikin û li xwe xwedî derbekevin tine bû. Her carê çar ciwanan di gotin em ê Newrozê pîroz bikin agirek li cihek dikirin. Lê dijmin pêşî li wan jî digirt, ne dihêlan ew agir were pêxistin. Bi qasî tê bîra min me dizanî Newroz cejna Kurdane û tê pîrozkirin. Lê ne wek niha bi şahî û dilek xweş, bi zorê û nehênî dihat pîrozkirin. Niha li giştî cîhanê beriya 20 rojan amadekariyên cejna Newrozê tê kirin. Em niha Newrozên xwe bi kêf, şahî û dilek xweş pîroz dikin. Di demê berê de çanda cil û bergên Kurdî hîn zêdetir bû. Ji bo ku em çanda xwe ya Kurdî biparêzin di cejna Newrozê de cil û bergên Kurdî yên girêdayî herêmên xwe çêdikin û li xwe dikin.”

Hacer di dawiya gotinên xwe de wiha got: “Em bi cilê Kurdî agir dikin û şahiya Newrozê pîroz dikin. Newroz heta Newrozê em bi dehan xeyalan dikin ku em baştir Newroz pîroz bikin. Bi nêzbûna Newrozê re kelecanek mezin min digire. Niha li seranserî cîhanê gelê Kurd bi coşek mezin dadikevin qadan û Newrozê pîroz dikin. Em Newrozê li Rêber Apo ku ev hêza pîrozkirina Newrozê daye me pîroz dikin.”

Sîsin Nêrwehî jî destnîşan kir ku Nerwoz cejna gelên azadîxwaze û divê hemû gelên azadîxwaz bi coşek mezin Newroza 2024’an pîroz bikin û wiha peyîvî: “Ez Newroza 2024’an li Rêber Apo, gerîlayên azadiyê û tevahî gelê azadîxwaz pîroz dikim. Dema em li Bakurê Kurdistanê bûn, me ti Newroz nedît, me nedikarî em di nava dijmin de Newrozê pîroz bikin. Dema em derbazî Başûrê Kurdistanê bûn, me cara destpêkê sala 1994 li Wargeha Etrûş bi çoşek mezin Newroz pîroz kir. Herî zêdetir jî me li Wargeha Mexmûrê cejna Newrozê bi çoş û şahiyên mezintir pîroz kir û heta niha bi wê coşê em Newrozên xwe pîroz dikin. Mehek beriya Newrozê em cilên Kurdî çêdikin û amadakariyên cejna Newrozê dikin. Pêwîste gelê Kurd ên li hemû aliyên cîhanê bi cilên xwe yên Kurdî rabe ser xwe û Newroza xwe bi coşek mezin pîroz bike. Ev Newroz wê bibe Newroza serkeftinê û wê serkeftin a me be.”