BI DÎMEN

Li Nisêbînê Rahşan Demîrel hat bîranîn, agirê Newrozê hat vêxistin

Starta pîrobahiyên Newrozê ya li Mêrdînê îro li Nisêbînê hate dayîn. Girseya gel şehîdên Newrozê bi bîr anî û piştre derbasî Taxa Kişlayê bûn û agirê Newrozê vêxistin.

NEWROZA NISÊBÎNÊ

Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin a Mezopotamyayê (MEBYADER), Dayikên Aştiyê û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), 21 kesên di Newroza sala 1992’yan a li Nisêbîn a Mêrdînê de hatin qetilkirin û Rahşan Demîrel a ku di sala 1992’yan de li Kadîfekale ya Îzmîrê agir berdabû bedena xwe bi bîr anîn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan û namzetên hevşaredariyê jî di nav de gelek kes tevlî bîranînê bûn. Ji ewil Rahşan Demîrel li ser gora xwe hate bibîranîn û di bîranînê de dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin.

Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn destpê kir. Piştre jî Dayika Aştiyê Perîhan Altûg axivî. Altûg, anî ziman ku heta niha gelek bedelên giran hatine dayîn û got ku Newrozên îro bi saya wan bedelan hene. Altûg, axaftina xwe wiha domand: “Dema roja Newrozê dihat, agir dihatin vêxistin û bi tevlîbûna bi hezaran dihat pîrozkirin. Keç û kurên me mezin bûn, Newroza kurdan û her kesî pîroz dikin. Ji bo gelê me serkeftinê dixwazim. Ez Newroza Serok û girtiyên me pîroz dikim.”

Partiyî piştre jî çûn Pira Ahmet Kaya (Pira Şehîdan) ku di Newroza 1992’yan de 21 kes li wir hatibûn qetilkirin. Nînerê MEBYADER’ê yê Nisêbînê Şeyhmûs Yîgît di bîranînê de axivî û got ku Newroz ji bo gelê kurd serhildan e. Yîgît, kesên jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî.

Piştre jî beşdaran qurnefîl avêtin Rûbarê Çag Çagê. Kesên beşdarî bîranînê bûn herî dawî jî agirê Newrozê vêxistin.