BI DÎMEN

Hisên Hecî: Dewleta Tirk dixwaze Iraqê bixe nav şerekî herêmî

Hevserokê PADÊ Hisên Hecî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li pey şerekî herêmî ye û dixwaze Iraqê jî bikşîne nav agirê şer û got: ‘’Iraq ne mecbûr e şer bîne ser axa xwe û erdê xwe teslîmê Tirkan bike.’’

HEVSEROKÊ PADÊ

Wezîrên şer ên dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê trafîkeke nû ya dîplomasiya şer a li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelên herêmê daye destpêkirin. 14’ê mehê Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Tirk Hakan Fîdan, Misteşarê MİT’ê Îbrahîm Kalin û Wezîrê Şer ê Tirk Yaşar Gûler serdana Bexdayê kirin. Ji daxuyaniyan xuya dibe ku, dewleta Tirk û PDK’ê tiştên ku nekarîne li dijî Kurdan û Tevgera Azadiyê pêk bînin, dixwazin bi hevbeşkirina Iraqê li pîlanên xwe pêk bînin. Herçend wisa xuya dike ku Iraq di gelek mijaran de bi dewleta Tirk re li hevkiriye jî, lê hîn ne diyar e di çi astê de û çawa lihevkirine. Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî trafîka hevdîtinan a di navbera Iraq, dewleta Tirk û PDK’ê de ji ajansa me re nirxand.

Hevserokê PADÊ Hisên Hecî destnîşan kir ku ev demek e di navbera Bexda-Hewlêr û Enqerê de çarçoveyeke nîqaşan heye, serdana wezîrên dewleta Tirk a ji bo Bexdayê jî li ser vê esasê çêbûye û hedefên dewleta Tirk wiha rêzkirin: ‘’Dewleta Tirk dixwaze qadên ku gerîlayên azadiyê lê ne dorpêç bike û îxtîmala operasyonê jî heye. Ew dixwazin hikumeta Başûrê Kurdistanê, hikumeta Iraqê jî tevlî vê operasyonê bikin. Di rastiyê de, hêz û derfetên Başûrê Kurdistanê nîne ku tevlî operasyoneke wiha bibin, di navbera xwe de alozî û nakokiyên wan hene. Biryarên Dadgeha Federal a Iraqê rewşa wan têk biriye.’’

Hisên Hecî da zanîn ku hin rayedarên emnî yên Iraqê dibêjin wan bi dewleta Tirk re tifaqekê li ser esasê operasyoneke hevbeş nekiriye û rewşê wiha nirxand: ‘’Dewleta Tirk dixwaze di sînor de ‘herêmeke ewle’ ji bo xwe ava bike. Beriya niha jî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Lê di navbera sîstema dewleta Iraqê û Sûriyê de cûdahî hene. Sûrî ji ber pirsgirêkên navxweyî ne bi qasî dewleta Iraqê bihêz bû. Iraq li Rojhilata Navîn dewleteke girîng e. Ez ne di wê baweriyê de me dewleta Iraqê tifaqekê di vê astê de bi rayedarên dewleta Tirk re bike. Ji ber ku xeta dewleta Tirk xêz dike heya Mûsil, Kerkûk û Silêmaniyê dirêj dibe. Dixwazin Imparotoriya Osmanî careke din li ser erdê Iraqê ava bikin.’’

‘DEWLETA TIRK LI PEY ŞEREKÎ HERÊMÎ YE’

Hisên Hecî bal kişand ser nîqaşên navxweyî yên di nav hêzên siyasî û emnî yên Iraqê de jî û wiha berdewam kir: ‘’Siyasetmedar û rayedarên Iraqê dibêjin ev tişt pêk nayê û ew qebûl nakin. Biryara Parlamena Iraqê heye ku hêzên leşkerî yên biyanî li Iraqê nemînin. Dewleta Tirk li pey wê tiştê ye ku li herêmê aloziyekê çêke, dixwaze li herêmê şer pêş bixe. Dewleta Tirk di nav qeyran û aloziyan de ye, ji bo xwe jê xilas bike berê xwe dide herêmê. Dewleta tirk dixwaze bi Iraqê re eleqeyên xwe pêş bixe da ku rêya bazirganî û neftê car din geş bibe.’’

‘IRAQ NE MECBÛR E AXA XWE TESLÎMÎ DEWLETA TIRK BIKE’

Hevserokê PADÊ Hisên Hecî diyar kir ku ger dewleta Tirk a dagirker dest bi operasyoneke berfireh bike wê hemû herêmê bixe nav agir û nêrîna xwe ya derbarê helwesta Iraqê de wiha anî ser ziman: ‘’Ez di wê baweriyê de me ku Iraq vî tiştî li ser xwe qebûl nake. Iraq nû ji bandora DAÎŞ’ê derdikeve, ev demek e ji bo xwe sererast bike hin gavan davêje. Iraqê ne mecbûr e operasyoneke dewleta Tirk li ser erdê xwe pêk bîne, erdê xwe teslîmî Tirkan bike. Ez bawer nakim ev operasyon pêk were, lê dewleta Tirk daxwazên bilind dike ku karibe hin daxwazên cûda bidestbixe.’’

‘DIXWAZIN VEGER Û AVEDANIYA ŞENGALÊ CAREKE DIN TÊK BIÇE’

Hisên Hecî anî ziman ku ger ruxmê hemû tiştan jî di pişt perde de lihevkirinekê çêbe wê bandora wê li ser Şengalê jî çêbe û ev nirxandin kir: ‘’Dewleta Tirk bi hinceta PKK’ê her roj êrîşê Şengalê dike û heya niha Iraq bêdeng e, ev rexneya herî mezin ji hikumeta Iraqê re ye. Lê eger Şengal li ber vê planê bikeve, em ê hewl bidin bi rêya siyasete rê li ber hin tiştan bigirin. Şer ne di berjewendiya Şengalê de ye, niha civaka me vedigere Şengalê. Hin aliyên siyasî dixwazin veger û avedaniya Şengalê careke din têk biçe.’’

‘IRAQ NE MECBÛR E ŞER, KOÇBERÎ Û TALANÊ CAR DIN BÎNE SER ERDÊ XWE’

Hevserokê PADÊ Hisên Hecî di dawiya nirxandina xwe de anî ziman ku ew ne bawer e Iraq li gor berjewendiyên dewleta Tirk û hikumeta Başûrê Kurdistanê tevlî siyaseta şer bibe û pozîsyona Iraqê wiha şîrove kir: ‘’Iraq ne mecbûr e careke din şer, koçberî û malwêraniyê bîne ser erdê xwe. Dibe ku Iraq ji bo parastina sînorên xwe hin biryaran pêk bîne, heya niha rayedarên Iraqê leşkerên dewleta Tirk jî wekî hêzên bîyanî binav dikin û dixwazin ji Iraqê derkevin. Iraq hêdî hêdî xwe komî serhev dike, ne bawer im destûr bide ku li ser axa Iraqê şerekî çêbe û erdê wî were dagirkirin. Dibe ku di navbera her du dewletan de hin protokol werin girêdan lê Iraq ne mecbûr e bi operasyona dewleta Tirk şerekî li ser erdê xwe çêbike.’’