Li Bircên Amedê bi 75 erbaneyan pîrozbahiya Newrozê

Li Bircên Sûrê ya Amedê ku Zekîye Alkan agirê Newrozê geş kiribû bi govend û erbaneyan Newroz hat pîrozkirin.

NEWROZ

Li ser Bircên Amedê bi boneya 75’emîn sal temenê Rêberê Gelê Kurd Abdulllan Ocalan 75 kesan erbane xist destê xwe û bi 75 erbaneyan li Bircên Amedê yên Sûrê ku Zekîye Alkan Newroz bi bedena xwe pîroz kiribûn, Newroz pîroz kirin. Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê, parlamentera Amedê Adalet Kaya, nazmetê hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn, namzetên hevşaredariyê yên Sûrê û gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn.

75 kesên li erbanê dixin, bi 75 erbaneyan derketin ser Bircên Amedê û bi erbane û meşaleyan Newroz pîroz kirin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.