Dewleta Îranê kolberek qetil kir
Di encama gulebarana hêzên Îranê ya li ser sînorê bajarê Newsûdê yê Rojhilatê Kurdistanê de kolberekî din jiyana xwe ji dest da.
Di encama gulebarana hêzên Îranê ya li ser sînorê bajarê Newsûdê yê Rojhilatê Kurdistanê de kolberekî din jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya çapemeniya herêmî ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê di nava sînorên Newsûdê de komek kolber gulebaran kiribûn. Kolberê bi navê Eta Huseyîn di êrîşê de birîndar bûbû.
Hate hînbûn ku Eta Huseyîn ê 9 rojan dihat dermankirin duh êvarê jiyana xwe ji dest da.