Li Geverê çalakiya li dijî dagirkeran

Yekîneyên çalakiyê yên jinê diyar kir ku li Geverê li du deverên cuda çalakî li dijî dagirkeran hate kirin û di encamê de 2 polîsên Tirk û çawişekî pispor birîndar bûn.

ÇALAKIYA ÎNÎSIYATÎFA JINÊN TOLHILDÊR

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li du deverên cuda yên navçeya Gever a Colemêrgê çalakî kirine û di encamê de 2 polîsên Tirk û çawişekî pispor birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Yekîneyên me bi şev ji 2 baskan ve avêtin ser mala çawişekî pispor ê artêşa Tirk a dagirker. Di çalakiyê de bi teqemeniyên bi destan çêkirî û çekên ferdî xanî bi temamî hate şewitandin û çawişê pispor birîndar bû. Piştî çalakiyê polîsên dagirker taxa me dorpêç kirin û dest bi êrîşê kirin. Tîmên me yên li hemberî êrîşê amade bûn, bi tundî bersiv dan polîsên dagirker. Di encamê de derbeke giran li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Akrep hate xistin. Di çalakiyê de 2 polîsên di hundirê wesayita zirxî de birîndar bûn."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dîmenên çalakiyê wê piştre bêne parvekirin û hate gotin, "Bila careke din neyê jibîrkirin ku dagirker û yên bi wan re tevdigerin di hedefa me de ne."