Newroza Depê: Rêya çareseriyê azadiya Abdullah Ocalan e

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li navçeya Dep a Xarpêtê di pîrozbahiya Newrozê de işaret bi rêya çareseriyê kir û got, "Rê Abdullah Ocalan e, rê azadiya Abdullah Ocalan e."

Li warê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan li navçeya Dep a Xarpêtê, li Qada Suleyman Karahan Termînal Newroz hate pîrozkirin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk tevlî pîrozbahiyê bû û anî ziman, Mazlûm Dogan bi 3 darikên niftikê yên pêxistî, pêşiya gelê Kurd ronî kiriye.

Ozturk got, "Ji ber vê yekê Newroz her tim ji bo me bûye wateya berxwedana li dijî zaliman, Dehaqan û desthilatdariyan."

Ozturk diyar kir ku hewl tê dayin gelê Kurd bê asîmîlekirin, bêîrade bê hiştin û got, "Ji ber vê yekê jî serî li her rê û rêbazên qirêj dan. Lê belê gelê me li dijî vê zîhniyetê xaka xwe, zimanê xwe parast. Gelê me dibêje 'Em gelekî dewlemend û qedîm e'. Dibêje 'Em vê zîhniyeta we ya qirêj qebûl nakin'. Dibêje 'Em weke gelên din dixwazin bi rengekî azad bijîn'. Dibêje 'Em dixwazin bi zimanê xwe bijîn'."

Ozturk got, "Dest ji xapandina gelên Tirkiyeyê berdin" û diyar kir ku rêya aştiyê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe. Ozturk got, "Kurd êdî zanin ku çi dixwazin û bi rengekî eşkere jî tînin ziman. Ji ber vê yekê em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê bersivê bidin vê desthilatdariya tekperest û faşîst. Em careke din balê bikişînin ser girîngiya Newroza îsal. Li dijî yên ku di şer de israr dikin em dibêjin aştiyeke bi rûmet. Li dijî yên di kuştinê de israr dikin em dibêjin jiyaneke bi rûmet. Li dijî dijberên demokrasiyê em dibêjin demokrasî. Ev hemû daxwazên me ne. Em ê rêya çareseriyê jî bibêjin. Rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e, rê azadiya Abdullah Ocalan e."