BI DÎMEN

Li Nisêbînê hewldana provokasyona faşîstên AKP-MHP’ê

Konvoya AKP'ê ya ku namzetê AKP’ê yê Nisêbînê Mehmet Çelîk têde bû bi çêkirina nîşaneya gurê boz gel û esnafan tehrîk kir û çek li gel kişand. Li ser vê provokasyonê bûyer qewimîn û hîn jî didomin

LI NISÊBÎNÊ PROVOKASYON

Piştî ku endamekî konvoya AKP'ê ya ku hat navenda sûkê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, di dema derbasbûna konvoyê de bi çêkirina nîşaneya gurê boz gel tehrîk kir, gel konvoya AKP'ê teqand. Gelê ku nehişt konvoy derbas bibe dest bi berzkirina dirûşmên "HDP, HDP" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, kirin. Di vê navberê de kesekî din ji konvoya AKP'ê ku nasnameya wî nehat zanîn ji wesayîta xwe peya bû û li gelê welatparêz çek kişand.

Polîsên ku dema namzetê Şaredariyê yê AKP'ê Mehmet Çelîk ji wesayîta xwe daket heqaret û gef li gelê welatparêz xwar û polîsan bi ti awayî mudaxeleyî wî nekir. Berovajî vê yekê ji bo Mehmet Çelîk biparêze ji qadê dûr xist.

Piştî ku Çelîk ji qadê derxistin polîsan bi gaza bîberê êrîşî kesên li qada Dortyolê kom bûn kirin. Dikandarên ku ji gazê bi bandor bûn derabeyên dikanên xwe girtin.

Çalakiyên li Nisêbînê ku girse li kolanên kêlekê belav bû hê jî didomin.