MOP’ê 1'ê Nîsanê Cejna Akîtû pîroz kir

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) cejna 1'ê Nîsanê ya Akîtû pîroz kir.

CEJNA AKÎTÛ

MOP’ê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Cejna Akîtû cejna herî kevn a cîhanê ye û hat gotin, "MOP’ê 1'ê Nîsanê, Cejna Neteweyî, civakî û çandî ya Akîtû pîroz dike."

Daxuyanî wiha ye: "Gelê me îro vê cejnê bi rengê xwe ya herî bedew li Rojhilata Navîn ku derfetên xwe yên siyasî hene yan na, pîroz dikin. Di serdemên ku dîktator bûne peykerên zilmê jî gelê me bi hişmendiya netewî û civakî ev cejn paşguh nekir û di çarçoveya derfetên xwe de pîroz kir. Îro li her derê qada Dîasporayê tê pîrozkirin. Lê bi taybetî li Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê bedewiyeke din e ku bê pîrozkirin. Li Başûrê Mezopotamyayê û Bakurê Sûriyeyê beriya wê û di vê serdemê de bi serdestiya pîvanên neteweyî, civakî û çandî hate pîrozkirin. Îro gel bi cil û bergên neteweyî cejnê pîroz dike û dewlemendiyeke cuda lê zêde dike.

(...) Bi vê wesîleyê em careke din Cejna Akîtû ya 1'ê Nîsanê pîroz dikin û bi hêviya ku li Mezopotamya, herêm û cîhanê bibe wesîleya aştiyê, li mirovahiyê pîroz be."