Jina ku berê xwe da heqîqeta çiyayan: Zîn Farqîn

Şoreşgera pêşeng Zîn Farqîn, bi dilê xwe yê mezin a ku ji agirgehê paqij kiribû, mîna roja biharê li axa Kurdistanê şîn bû.  Ji bo  bêhnekê bide gel heta nefesa xwe ya dawî şer kir û heta kêliya dawî li hemberî dagirkeran weke bahozekê bû.

ŞEHÎD ZÎN FARQÎN

Meşa ber bi çiyayan tê wateya parekê ji agirê heqîqetê bigirin û dilê xwe bi vî agirî paqij bike. Her civak li heqîqeta xwe digere û heqîqeta xwe diafirîne. Kurd bi salan ji hrqîqeta xwe dûr ketiye û mehkûmî tariyê bûne. Ev heqîqet dîsa bi Rêber APO re hate ronîkirin û bi hezaran têkoşerên heqîqetê ji bo heqîqeta xwe û gelê xwe derxin holê berê xwe dan çiyayan. Dilê xwe di nava agirgeha PKK’ê ji nû ve afirand û bûn şopînerên herî dijwar û fedaî. Weke jinekê bûyîna şervana heqîqetê tê wateya xwe di vî agirî de bişo û xwe ji nû ve afirandine. Zîn ji bo bibe şervana heqîqetê berê xwe dide çiyayan û berê xwe dide ronahiya rêberê heqîqetê Rêber APO.

Zîn Farqîn bi nasnav Ferîhe Başkaleme yek ji wan kesan e ku ji bo bi gelê xwe re çîroka xwe jinûve binivîsîne ber bi çiyayan ve meşiyaye. Zîn di sala 1988'an de li navçeya Farqînê ya Amedê di malbateke welatparêz de hatiye dinê. Farqîn navçeyeke ku bi paşeroja xwe ya dîrokî, welatparêzî û dilsoziya bi nirxên xwe tê naskirin. Ji bo welatparêziya xwe bedelên mezin da, lê tu carî serî li ber dagirkeran danaynî. Ji ber vê yekê jî dagirkeran her cure êrîşan pêk anîn û bi sirgûnkirina bajarên mezin û derxistina wan ji axa wan û girtinê hewl da teslîm bigire. Malbata Zînê jî para xwe ji polîtîkayên koçberiyê yên li Kurdistanê tên meşandin girt. Zînê zarokatî û xeyalên xwe li gund hişt û berê xwe da metropolan. Di zarokatiya xwe de li vî bajarê mezin her roj zêdetir bêriya gund û axa xwe dike. D temenekî pir biçûk de dibîne bê ked çawa tê mêtin, ji ber nasnameya xwe çawa rastî zext û heqaretan tê. Ev di temenekî pir biçûk de vediguhere hêrseke mezin. Li hemberî asîmîlasyon û jiholêrakirinê, li dibistanên pergalê naxwîne û dev ji dibistanê berdide. Ji bo alîkariya malbatê di temenekî biçûk de dest bi kar dike. Zîn; jin, Kurdbûn û kedkarbûn baştir fêm dikeî Li vir bi her cure mêtingeriyê re rû bi rû dimîne û ev yek di dilê wê de rê li ber hêrseke mezin vedike. Ew dizane ku tenê hêrsbûna di dilê wê de dê tiştek çareser neke. Ew fam dike ku divê ji bo jiyanek çêtir şer bike. Ew vana wekî qeder qebûl nake. Bi vî rengî di sala 2015'an de berê xwe da çiyayan da ku têkoşîna xwe hîn berfirehtir bike û ji gelê xwe re bibe nefesek.

HATINA ÇIYAN GAVA YEKEM A BER BI HEQÎQETÊ YE

Bi helwesteke xurt û bi îrade di sala 2015’an de li warên Bêrîtanan jiyana gerîla nas dike. Perwerdeya xwe ya yekem li Xakurkê dibîne û bi vî awayî dibe parçeyek ji jiyana gerîla. Piştî ku li vir perwerdeya xwe temam dike, berê xwe dide eyaleta Geverê. Li vir pratîka yekem, cerebeya yekem a şer û hestên xwe yên herî xurt ên hevaltiyê dijî. Gever dibe cihekî pîroz a ku ji nû ve lê diafirîne.

Her çiqas nû be jî di jiyan û çalakiyan de roleke mezin dilîze. Weke ku bi salan li van çiyayan be û her tim şer kiriye, tevlî jiyanê dibe. Kesayetiya wê ya xurt di bin şert û mercên dijwar ên vir de hîn xurtir dibe. Li metropolên ku lê geriya, zarokatî û xeyalên ku li dû xwe hiştibûn, li çiyan dîtibû. Li van çiyayan dîsa dest bi xeyalên azadiyê dike. Di vê rêyê de bi bedewiyên ku jê hatine dizîn re rû bi rû dibe û ev yek li hemberî dagirkeran vediguhere kîn û hêrseke mezin. Ne tenê welatê wê, jiyana wê ya jinê, xeyalên wê û rastiya wê jî jê hatibû dizîn. Di vê jiyana ku Rêber APO afirandiye de, her roj zêdetir nêzî heqîqeta xwe dibe û êşa jinûve afirîna xwe dijî. Her kêliya ku xwe keşif dike, keramet û bedewiyên jiyana gerîlatiyê kifş dike.

BI CESARET, BAWERÎ Û RUHÊ TOLHILDANÊ DIÇE ÇALAKIYA YEKEMÎN

Şervana leheng a YJA Starê Zîn wêrekiya xwe ya jiyanê bi helwesta xwe ya çalakiyê nîşan dide. Her tim jiyanê meraq dike, dixwaze tiştekî xweştir biafirîne û bi wêrekî beşdarî jiyanê dibe. Ew jinek e ku her tim dixwaze tiştekî ji xwe li jiyanê zêde bike û ji bo vê jî her tim di nava lêgerînê de ye. Her tim bi hesta berpirsyariyê beşdarî jiyanê dibe. Di vê jiyana ku Rêber APO û bi hezaran hevalên jin ên şehîd afirandiye de hêza xwe û xwe weke jin kifş dike. Zîn weke şervaneke jin hewl dide layiqî vê jiyana ku bi nirxên mezin hatiye afirandin bibe. Zîn her ku Rêber APO dixwîne, xwe û dîroka xwe zêdetir hîn dibe û ji bo di îdeolojiya azadiya jinê de xwe kûr bike kedeke mezin dide. Di rêya yên ku bi şer xweşik dibin de bi şer xwe ji nû ve diafirîne. Ev bedewî di têkiliya wê ya bi hevrêyên xwe re û yekbûna wê ya bi çiyê re xwe dide der. Zîn yek ji wan kesan e ku bi bedewbûnê re rastiya jinê ya ku her ku civakî dibe jîndar dike. Kenê wê mîna roja biharê dilê hevrêyên xwe germ dike. Di berdêla bihara ku dagirkeran ji gelê wê dizîne, dibe bahozeke zivistanê û lê dixe. Zîn zane ku bihara welatê wê tenê bi azadiya fîzîkî ya Rêber APO re wê were. Zîn di gerîlatiyê de weke şervana modernîteya demokratîk şarezatir dibe.

Bi moraleke mezin û bi hesteke tolhildêrî beşdarî çalakiya yekemîn dibe. Her çiqas çalakiya wê ya yekem be jî, hem di xebatên binesaziya çalakiyê de hem jî di çalakiyê de bi cesaret û profesyoneliyeke mezin rola xwe dilîze. Weke ku her tim li benda vê kêliyê be beşdarî çalakiyê dibe. Bi çekên giran beşdarî vê çalakiyê dibe û di çalakiyê de destekeke mezin dide hevalên xwe. Dagirkeran gulebaran dike û dizane ku her guleya ku biavêje wê ji bo siberoja ku jiyana azad biafirîne bibe ronahiyek. Ji bo tola hemû komkujiyên li bajaran hatin kirin û tola gel hilîne bi çeka xwe bi kar tîne. Paşvekişîna hevalên xwe misoger dike û bi hevalên xwe re derbeke mezin li dijmin dixe. Dema ku dagirker bi wendahiyên mezin direvin, ew ji bo serkeftina çalakiyê pîroz bikin govendê digerînin. Zîn hesta ku di vê çalakiya yekem de jiyaye, di hemû çalakiyên xwe yên paşerojê de jiyaye. Weke jin di van çalakiyan de rola xwe bilîze û tola gelê xwe hilîne di dilê wê de mezin dike.

JINA KU DI PKK'Ê DE DILÊ XWE PAQIJ KIR

Zîn yek ji şervanên leheng ên serdemê ye û jiyan xwe bi şer dike yek. Dizane ku PKK tevgereke kedê ye û keda herî mezin bi pêşengiya jinan pêş dikeve. Diyardeya kedê ya ku jne biyaniya wê ye, li vir watedartir dide. Bi kedeke mezin beşdarî jiyanê dibe û ferq dike ku keda herî mezin keda ku daye hevrêyê xwe ye. Têkiliyên hevrêtiyê yên ku di nava PKK'ê de bêsînor in, ev jî wê hîn bêhtir bi jiyanê ve girêdide. Ew dizane ku her tişt li ser riya heqîqetê pîroz e. Dizanin ku demên herî dijwar kesayetên herî xurt derdixe holê. Her çiqas bi helwesta xwe ya jidil û lehengî her tim bayekî biharê dide dilê hevrêyên xwe, di rojên dijwar de jî ji hevrêyên xwe re dibe çavkaniya baweriyê. Bi bedewiya çiyayan û jiyana ku Rêber APO afirandiye ve girêdayî bû. Wê bi dilê xwe ji çiyayan hez kir û di vê jiyana ku li çiya hatiye afirandin de, xwest dilê xwe di nava agirê PKK'ê de paqij bike û xwe ji xweliya xwe ji nû ve biafirîne.

Şoreşgera pêşeng Zîn Farqîn, bi dilê xwe yê mezin a ku ji agirgehê paqij kiribû, mîna roja biharê li axa Kurdistanê şîn bû.  Ji bo  bêhnekê bide gel heta nefesa xwe ya dawî şer kir û heta kêliya dawî li hemberî dagirkeran weke bahozekê. Di encama êrîşa dagirkeriyê ya ku di 24’ê Tîrmeha 2019’an de li Geverê pêk hat de weke şervaneka mezin a berxwedêra bêhempa nemir bû.