BI DÎMEN

PDK'ê hêza leşkerî şand nêzî Çiyayê Garê

Hate ragihandin ku PDK'ê hêzeke ji 250 kesî ku ji çeteyên Roj û Zêrevanî pêk tê, di navbera Çiyayê Garê û Şêladizê de bi cih kiriye.

Li gorî agahiyan, hêzek ji 250 kesî ya ji çeteyên Roj û Zêrevanî, li başûrê nehiya Şêladizê ya Amediyê di navbera Çiyayê Garê û Şêladizê de hatiye bicihkirin.

Çeteyên PDK'ê li derdora gundên Xwasto, Dewkê, Latka û Serûkanî yên eşîra Zebarî bi cih bûn û tê gotin, nehiya Şêladizê dorpêç kirine.

Li gorî agahiyan, hêzên PDK'ê dest bi çêkirina sê nuqteyên nû yên leşkerî kirine.

Di dîmenan de hate dîtin ku ev hêzên PDK'ê bi 6 wesayitên Hammer ên doçka li ser, 3 Tir, 3 kepçe, depoyên avê û gelek amûrên sivîl û leşkerî derbasî herêmê bûn.