BI DÎMEN

HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan – Şehîd Andok de şehîd bûn, eşkere kir û got: “Hevrêyên me Ekîn û Canşêr di roja Newrozê de hêza PKK’ê ya ku nikare bê têkbirin, îspat kirin.”

DAXUYANIYA ŞEHÎD

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Me di daxuyaniya xwe ya 21’ê Adara 2024’an de; ji raya giştî re ragihandibû ku hevrêyên me Ekîn û Canşêr 19’ê Adarê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl şehîd bûne û me diyar kiribû ku agahiyên berfireh ên derbarê nasnameya wan de wê bên parvekirin. 19’ê Adara 2024’an di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan – Şehîd Andok a li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl hatî lidarxistin de, derbeyên giran li dagirkeran hate xistin û Hevrêyên me Ekîn û Canşêr di vê operasyona şoreşgerî de bi ruhê Newrozê bi ser dijmin de çûn, bi fedayiyane şer kirin û şehîd bûn.

Mîlîtana bi wêrek a fedayîtiya Apoyî û têkoşîna azadiya jinê, hevrêya me ya hêja Ekîn Rodî û ewladê bi wêrek ê Efrînê hevrêyê me Canşêr Şêrawa di operasyona şoreşgerî ya ku bi îdîa û biryardariyeke mezin tevlî bûyîn de, careke din derseke dîrokî dan dewleta Tirk a dagirker.

Hevrêyên me Ekîn û Canşêr bi ruhê fedayî yê Apoyî û bi îrade, performansa bilind û tarzê lêdanê ya prosefyonel bûn mînaka herî şênber a meşa serketinê. Hêza têkneçûnê ya PKK’ê ku partiyeke Newrozê ye, di roja Newrozê de car din îspat kirin. Weke şopdarên wan di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Ekîn û Canşêr, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin; em soz didin ku têkoşîna xwe ya ku hevrêyên me bi gurkirina agirê Newrozê bilind kirîn, bi ser bixînin û timî bîranînên wan bidin jiyîn.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne, bi vî rengî ne:

Nasnav: Ekîn Rodî

Nav û Paşnav: Dîlara Olmez

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik – Bav: Nesîbe – Husamettîn

Cih û Dîroka şehadetê: 19’ê Adara 2024’an / Zap

 

Nasnav: Canşêr Şêrawa

Nav û Paşnav: Kemal Merwan Oso

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Navê Dayik – Bav: Bahar - Merwan

Cih û Dîroka şehadetê: 19’ê Adara 2024’an / Zap

EKÎN RODÎ

Hevrêya me Ekîn li Amedê ku fermandarên efsanewî yên mîna Fermandar Egîd, Delal, Nûman, Çekdar, Leyla û Çiyageran jê derketine, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêya me bi terbiyeya ku ji malbatê wergirtî, bi dilsoziya bi nirxên civakî yên gelê me re mezin bû. Exlaq û taybetmendiyên xwe yên çandî yên ji malbata xwe wergirtî, di tevahiya jiyana xwe de parast. Ji ber ku ji malbateke welatparêz dihat, hîna di temenê biçûkahiyê de têkoşîna me ya azadiyê nas kir. Xalê wê dîl kete girtîgehên dijmin û ev yek bû faktora herî bingehîn ku hevrêya me Ekîn bandor kir. Xerîbiya wê ya ji xalê wê re, ew hîn zêdetir nêzî têkoşîna me kir. Roj bi roj hestên xwe yên welatparêzî û şoreşgeriyê hîn mezintir kir. Taybetmendiyeke din jî ku hevrêya me Ekîn di temenê biçûkahiyê de bi dest xistî û di tevahiya jiyana xwe de veguherand taybetmendiyeke bingehîn a kesayeta xwe, ew bû ku her tişt lêpirsîn dikir. Ti carî rêjeya heyî bes nedidît û timî lêkolîn dikir. Bû xwediyê tarzeke ku her tiştê lêpirsîn dike û ya nû diafirîne. Hevrêya me tiştên ku li derdora wê diqewimin mereq dike û ji tiştên qewimî tecrubeyên pêwîst derxist. Rastiya dijmin jî bi saya vê tarzê xwe yê jiyanê fêm kir. Di temenekî biçûk de lêpirsîn dike ku çima xalê wê di girtîgehê de ye, bi vî rengî rastiya dijmin nas dike û hîn zêdetir dikeve ferqa êrîşên qirkirinê yên dijmin ên li hemberî gelê me. Dijmin bi rengekî sîstematîk li Kurdistanê polîtîkayên asîmîlasyonê dimeşîne û dixwaze gelê me ji nirxên wê yên cewherî qut bike. Hevrêya me vê yekê ferq dike û li dijî vê yekê hîn zêdetir dikeve nava lêhêrbûnan. Hevrêya me Ekîn dema ku li Zanîngeha Marmarayê dest bi xwendina beşa rojnamevaniyê dike, ciwanên şoreşger ên welatparêz nas dike. Ji kadroyên ciwan ên ku bi îdeolojiya Apoyî xwe perwerde dikin, bandor dibe û hîn zêdetir têkilî datîne. Hevrêya me Ekîn her roja ku derbas dibe, bi van kadroyên ciwan re dikeve nîqaşan û bersiva pirsên xwe yên têkildarî jiyan, welêt û têkoşîna me ya azadiyê ji van nîqaşan digire. Lewma hevrêya me hîn zêdetir dikeve nava lêhêrbûnan da ku rastiya Rêber Apo fêm bike. Bi xwendina pirtûkên Rêbertî bersiva hemû nakokî û pirsên xwe distîne û weke jineke ciwan a şoreşger tevlî xebatan bû. Hevrêya me demekî bi rengekî çalak xebat meşand û êdî zêdetir tehemûl nekir ku di nava sîstema heyî de bimîne. Ket nava lêgerînê da ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Hevrêya me Ekîn bi lêhêrbûnên xwe bawer kir ku tarzê têkoşîna herî bi bandor û encamgir, bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e. Li ser vî bingehî sala 2014’an ji Amedê tevlî nava refên gerîla dibe.

Hevrêya me Ekîn demeke kurt li qada Amedê dimîne, perwerdeya xwe ya destpêkê ya têkildarî jiyana gerîla û çiyê ji hevrêyên xwe yên li vir digire. Hevrêya me tecrûbeyên ku bi ked û berdêlên mezin derketine holê, werdigire û pêvajoya şerê dijwar a li Rojava hîs dike. Bi taybetî li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ya bi piştevaniya dewleta Tirk a qirker ên li ser Kobanê û hewldanên tasfiyekirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava, bû xwedî hêrseke mezin û israr kir ku li Kobanê li cem gelê me tevlî şer bibe. Hevrêya me Ekîn tevî ku hîn di nava refên gerîla de nû bû, bi asta lêhêrbûna xwe bû mîlîtaneke Apoyî. Li ser vî bingehî tevlî Berxwedana Kobanê ya destanî bû. Hevrêya me Ekîn bi ruhê Apoyî tevlî şer bû û li vir ji têkîliyên hevrêtiyê pir bandor dibe. Hevrêya me bi hevrêtiya kûr a ji şert û mercên şerê bi zehmet hatî afirandin û manewiyata hevrêtiyê, karî pêvajoyên herî zehmet derbas bike û ev yek di performansa xwe ya şer de jî nîşan da. Hevrêya me di her şerê ku tevlî bûyî de, bi tarzekî fetihkar şer kir. Cara destpêkê li vir bû şahid ku encex bi têkoşîneke li ser xeta fedayîtiyê wê serketin mîsoger bibe. Bi fermandarê mezin ê fedayî Gelhat Gabar û Arîn Mîrkanan re mil bi mil têkoşiya û tarzê afirîneriya serketinê ya bi ruhê fedayî yê Apoyî dît. Hevrêya me Ekîn li Kobanê gelek hevrêyên hêja nas kir û ket nava hewldanê ku ji her hevrêyek xwe tiştekî fêr bibe. Hevrêya me bi vê taybetmendiya xwe rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir, lê dîsa jî timî xwe kêm dît û ji bo ku serketinên hîn mezintir bi dest bixe lêhêrbûn û lêgerînên xwe domand.

Lêhêrbûnên xwe bi rengekî herî sade bi gotinên ‘Qasî ku mirov xwe di Rêbertî de dibîne, nikare li cihekî din bi wateya tam xwe bibîne’ anî ziman û têkildarî rastiya Rêber Apo hîn zêdetir ket nava lêhêrbûnan. Hevrêya me dizanî ku serketina teqez di tarzê fedayîtiya Rêber Apo ya ji bo şoreşê de ye. Ji bo ku vî tarzî di kesayeta xwe de biafirîne, bû xwedî ked û hewldanekî mezin. Hevrêya me got ku dema kes xwe bi nirxên ku jê bawer dike re bike yek, hingê fedayîbûnek dikare çêbibe. Li ser vî bingehî bi îdeolojiya Apoyî re bû yek û bi temamî xwe fedayê têkoşîna azadiyê ya gelê me kir. Her kêliya xwe ji bo pratîk û fêmkirina Rêber Apo derbas kir, lewma xeta fedayîtiyê di kesayeta xwe de da rûnişkandin. Hevrêya me Ekîn bi taybetî bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta azadiya jinê, hemû hevrêyên xwe yên jin û mêr bandor kir. Hevrêya me Ekîn feraseta azadiya sixte ya sîstema kapîtalîst baş fêm kir û bawer kir ku jin encex bi felsefeya Rêber Apo dikarin xwe bigihînin azadiya rast û ‘xwebûnê’. Hevrêya me di vî warî de hêmanên partiya me PKK û PAJK’ê pêk anî û bi sekna xwe ya zelal a li hemberî şaşitiyan, bû parêzvaneke xurt a xeta azadiyê.

Hevrêya me Ekîn ti carî li hemberî zehmetiyan pes nekir û her zehmetî weke îşareta pêşketineke nû nirxand; bi ked û sebir her cure zehmetî derbas kirin û roj bi roj xwe pêş xist. Hevrêya me her carê armanceke nû danî pêş xwe û ji bo bigihije vê armancê bû xwedî hewldaneke bê hempa. Ev kêliyên xwe yên têkoşîn û pêşketinê weke kêliyên azadiyê nirxand. Di heman demê de bi dilê xwe yê mezin ku hemû hevrêyên xwe di dilê xwe de bi cih kiribû, bû yek ji mînakên herî şênber a hevrêtiya Apoyî. Di hemû hevrêyên xwe yê pê re xebat meşandî de, şopên kûr hişt. Dilê wê her tim bi hevrêyên wê yê ku di tunelên şer de li dijî dijminê qirker şer dikin re bû. Her kêliyê ew hîs kirin û hêzeke manewî ya mezin ji wan wergirt. Lê hevrêya me fikirî ku divê ew jî weke gerîlayeke YJA Starê tevlî berxwedanê bibe û ji bo ku bi rengekî çalak tevlî şer bibe israr kir.

Hevrêya me Ekîn di encama israrên xwe yên zêde de, di berxwedana li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl de cih girt û bû mîlîtaneke fedayî ya ku di tunelên şer de berxwedanê mezin dike. Hevrêya me Ekîn ala berxwedanê ya Guven, Delîl, Doga û Serxwebûnan dewr girt û ji bo ku di şexsê van pêşengên me de bîranîna hemû şehîdên me bide jiyîn, bêyî rawestan têkoşiya. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş û moral ji hemû hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêzê. Hevrêya me Ekîn her kêliya xwe bi lêhêrbûnê derbas kir da ku bikare hîn zêdetir derbeyan li dijmin bixe. Hevrêya me 19’ê Adara 2024’an bi fedayiyane tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan – Şehîd Andok bû. Di vê operasyonê de derbeyeke giran li dijmin hate xistin. Hevrêya me Ekîn heta nefesa xwe ya dawî şer kir, bû layiqê Rêber Apo û şehîdên me, di roja Newrozê de tevlî karwanê şehîdan bû û weke şehîda Newrozê derbasî dîroka têkoşîna me bû.

CANŞÊR ŞÊRAWA

Hevrêyê me Canşêr li Efrînê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Bi saya hişmendiya kûr a welatparêzî û çanda bi kok a bajarê Efrînê ku lê mezin bû, bi cewhera xwe ve girêdayî mezin bû. Ji bo vê jî di temenê biçûk de têkoşîna partiya me ya azadiyê bi pêşengiya PKK'ê nas kir. Bi taybetî bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re rastiya Rêber Apo û têkoşîn me baştir fêhm kir. Di serdema şoreşê de gelek hevrêyên me ku xizmê wî bûn di şerê li dijî çeteyan de şehîd bûn. Hevrêyê me Canşêr ê ku ji vê rewşê gelek bandor bû, hişt ku hîn zêdetir xwedî li destkeftiyên Şoreşa Azadiyê ya Rojava derkeve. Hevrêyê me bi hişmendiya erka sereke ya her ciwanê Kurd ew e ku, şoreşa ku hevrêyên me yên şehîd bi ked û fedekariyên bêhempa avakirine biparêze tevgeriya û li ser vê bingehê lêgerînên xwe kûrtir kirin. Weke ciwanekî Kurd ê welatparêz hevrêyê me Canşêr ku xwest berpirsyartiyên xwe yên li hemberî gelê me bi awayekî herî rast bi cih bîne, di nava xebatên ciwanên welatparêz de cih girt. Hevrêyê me di pêvajoya vê xebatê de derfet dît ku rastiya têkoşîna me baştir fêhm bike, tempoya tevlîbûnê hîn bêhtir mezin kir û bû kadroyekî çalak ê ciwanên welatparêz ên şoreşger. Hevrêyê me yê ku sala 2018'an piştî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a mêtinger a li dijî Efrînê rastiya qirkirinê ya dewleta Tirk nas kir, piştî ku di êrîşa dijmin de birîndar bû gihîşt biryardariya têkoşînek aktiftir. Hevrêyê me piştî tedawiya wî bi dawî bû, ji bo parastina nirxên ji aliyê gelê me ve hatine afirandin tevlî nava yekîneyên leşkerî bû. Hevrêyê me xwest xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de pêş bixe da ku bersivê bide êrîşên dijmin ên pêk tên. Hevrêyê me yê ku di ferqa wê yekê de bû ku divê weke şervanekî her tim di teknîk û taktîkên şer de xwe pêş bixe, hînî bikaranîna gelek çekan bû û di pêvajoya şer a dijwar de bi rengekî çalak cihê xwe girt. Piştî dagirkirina Efrînê hevrêyê me ku hêrsa wî ya li dijî dewleta Tirk hê zêdetir bû, ji bo hesabê komkujiyên ku li ser gelê me hatine kirin bê xwestin, di nava lêgerînekê de bû. Hevrêyê me çiyayên Kurdistanê weke qada ku karibe li dijî dewleta Tirk bi rengekî herî bi bandor têbikoşe dît. Li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Di pêvajoya ku êrîşên dijmin ên dijwar li hemberî gelê me û Tevgera me bi taybetî li Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bû de, tevlîbûna hevrêyê me Canşêr a li nava refên gerîla, tê wateya îfadeya herî şênber a asta biryardariya xwe gihandiyê. Hevrêyê me yê ku dixwest vê asta biryardariyê, bi çûyina qadên ku şer lê giran bû nîşan bide. Di vê wateyê de xwedî israreke mezin bû. Lê belê li ser pêşniyara hevrêyên xwe, hevrêyê me ji bo adaptebûna jiyana çiyê û kûrbûna di taktîkên şerê gerîla de, destpêkê tevlî perwerdeyê bû. Di pêvajoya vê perwerdê de ji tecrûbeyên hevrêyên xwe sûd wergirt û bi cidiyeteke mezin guhdarî kir û bû gerîlayekî jêhatî. Hevrêyê me yê ku di taktîkên gerîla yên serdema nû de pisporî kir hedefa xwe ya bingehîn, bi taybetî li ser şêwaza şerê gerîla ya nîv bitevger lêhûrbû. Hevrêyê me pêbawer bû ku êrîşên dijmin tenê bi taktîkên gerîla yên pisporî dikare têk biçe, ji bo vê ked da û pêşketinên mezin bi dest xist. Hevrêyê me yê ku di heman demê de hewl da di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr bike, pêbawer bû ku têkoşîneke bi bandor encex bi pêkanîna yekparebûna îdeolojîk û leşkerî pêkan e. Ji bo vê jî hevrêyê me Canşêr ku tim xwe perwerde dikir, bi hevrêtiya xwe ya dilpak û xurt karî hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest bixe. Hevrêyê me Canşêr li pêşberî heqîqeta Rêber Apo û hevrêyên me yên şehîd timî xwe lêpirsîn dikir. Hewl dida bibe layiqê wan û ji bo vê yekê ked dida. Gihişt wê qenatê şêweyê herî bi bandor ê tevlîbûnê ancax di xeta fedayîtiyê de pêkan e. Bawer kir ku ev yek bi çûyîna qadên ku şer lê giran bûye, pêkan e. Hevrêyê me Canşêr di encama israra xwe ya mezin de derbasî herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bû û tevlî berxwedanê bû. Weke milîtanekî Apoyî hewl da erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Li hemberî êrîşên dijmin ên ku rojan dewam dikir, bi fedakarî tevlî bû û di dem û cihê dihat xwestin de derbên bi bandor li dijmin xist. Di heman demê de hevrêyê me di warê taktîkên şer de ji bo hîn bêhtir taktîka tunelên şer pêş bikeve, bû xwedî kedeke bêhempa. Bû milîtanek ku bi ked û tevlîbûna xwe ya bêteredût ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve mînak bê girtin.

Hevrêyê me her kêliya xwe bi lêhûrbûna ew ê çawa bikare derbên hîn girantir li dijmin bixe, derbas kir. Bi taybetî ji bo operasyonên şoreşgerî yên li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl hê bêhtir pêş bikeve û berfireh bibe pêşniyaran kir. Hevrêyê me Canşêr fêm dikir ku ji bo ruhê fedayî yê Apoyî yê ku di şexsê hevrê şehîd Serxwebûn û şehîd Helmet Dêrelûk de gihiştî lûtkeyê hîn bêhtir mezin bike, divê li pey şopa wan biçe. Bi israreke mezin xwest tevlî operasyona şoreşgerî ya di 19'ê Adara 2024'an de hatî pêşxistin bibe. Di vê operasyonê de derbên giran li dijmin hatin xistin. Hevrêyê me Canşêr ku yek ji wan hevrêyên me bû ku li eniyê pêş bi ser çeperên dijmin de çû, bi ruhekî fedaî û lehengiyeke mezin ket nava çeperên dijmin û derbên giran li dijmin xist. Hevrêyê me Canşêr dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û hevrêyên me yên şehîd re nîşan da û heta nefesa xwe ya dawî di vê çalakiya ku gelek leşkerên dijmin lê hatin cezakirin de cih girt û gihîşt şehadetê. Hevrêyê me meşa xwe ya şoreşê li lûtkeyê temam kir. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna azadiyê û meşaleya Newrozê ya ku hevrê Canşêr dewrî me kirî, di şexsê wî de bigihînin serketinê û em ê bibin layiqê hemû hevrêyên xwe yên şehîd.”