KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: Gerîlaya ku li ber lehiyê ket, şehîd bû
HPG'ê diyar kir ku gerîla Berjîn Canda di 7'ê Nîsanê de li herêma Xakurkê li ber lehiyê ket û di Çemê Lolanê de şehîd bû. -
Li bajarê Sewlawa yê Rojhilatê Kurdistanê 3 Kurd hatin binçavkirin
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li bajarê Sewlawa yê Rojhilatê Kurdistanê 3 Kurd ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin binçavkirin. -
AKP'yiyan wesayitên şaredariyê jî ji hev xistin
Eşkere bû ku AKP'ê piraniya wesayitên Şaredariya Serêkaniyê ji hev xistine, parçeyên wan jê kirine û birine. -
Li ser rêya Wan-Geverê di 2 rojan de sê caran hezazê rû da
Li ser rêya bejahî ya Wan-Geverê di nava 2 rojên dawî de sê caran hezazê rû da, rê hate girtin. -
Cejna Çarşema Serê Salê bi peyama veger, tifaq û xweseriya Şengalê hate pîrozkirin
Êzidiyên Şengalê cejna Çarşema Serê Salê bi hêviya vegera Êzidiyên koçber li Şengalê, vegera êsîrên di destê DAIŞ’ê de û bi peyama pêşxistina yekîtî û tifaqê di nav aramiyê de û bi coşeke mezin pîroz kirin. -
Hêzên dewleta Îranê kolberekî din qetil kirin
Hêzên dewleta Îranê li herêma Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê kolberek qetil kirin. Li bajarê Bane jî piştî êrişê kolberek winda bû. -
KCK: Hêzên demokratîk bi berpirsyariyeke dîrokî re rû bi rû ne
KCK'ê diyar kir ku hilbijartinê berpirsyariya hêzên demokrasiyê zêde kir û destnîşan kir, ku karê esasî ew e ku encamên têkoşîna li dijî faşîzmê veguhere rêxistinî û çalakiyê û li ser bingeha azadiya gelê Kurd Tirkiyeya demokratîk bê avakirin. -
Di bombebarana dewleta Tirk de jinek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker bombe li Binarê Qendîlê barand. Di encama êrîşê de jinek birîndar bû. -
YBŞ’ê Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir
Fermandariya YBŞ’ê Cejna Çarşema Serê Nîsana li civaka Êzidî, şehîdên Êzidxanê, malbat û hevrêyên xwe pîroz kir. -
Deynên qeyûmê bi bilboardê ve hatin daliqandin
Şaredariya Misircê ku DEM Partiyê bi dest xist, eşkere kir ku qeyûm, şaredarî bi 165 milyon lîreyan xistiye bin deynan. -
Serokê YNK'ê: Hilbijartin wê di dema xwe de werin kirin
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ragihand ku hilbijartina Parlementoya Herêma Kurdistanê weke ku hatiye diyarkirin wê di 10'ê Hezîranê de were kirin. -
Çarşema Serê Nîsanê li Wêranşarê hate pîrozkirin
Êzidiyan li Wêranşarê yekemcar Çarşema Serê Nîsanê bi rengekî girseyî pîroz kirin. -
Li Mexmûrê şehîd hatin bîranîn: Em bi saya wan bûn xwedî îrade
Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê Şehîdê kedê Segvan Nêrwehî û şehîdên enternasyonalîst Têkoşer Piling, Lêgerîn Çiya û Hêlîn Qereçox bi bîr anîn. -
HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayan eşkere kir ku li Zapê şehîd bûn. -
Kalkan: Li dijî şerê taybet pêwîstî bi şerê şoreşgerî heye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku her kes li gorî ruhê berxwedanê yê Wan û Şirnexê divê xwe nû bike û got, "Li dijî şerê taybet pêwîstî bi şerê şoreşgerî heye." -
Şaredariya Mêrdînê Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kirin. -
KCK'ê Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cejna Çarşema Serê Nîsanê ya civaka Êzidî pîroz kir. -
Li Şemzînanê leşkerên Tirk gefa kuştinê li gel xwar
Di mînîbusa ku leşkeran li gundê Şapatan a Şemzînanê da sekinandin bi gotina "Em ê GBT'ê bikin" gef û heqaret li kesên di mînîbusê de kirin û welatî gulebaran kirin. -
Arvas ê AKP’yî rojnamevan gilî kir
Parlamenterê berê yê AKP'ê Abdûlahat Arvas rojnamevan Oktay Candemîr gilî kir. Arvas tevî ku ne wezîfedarê fermî ye jî bi hinceta 'heqaretkirina wezîfedarê fermî’ Candemîr gilî kir. -
YRK: Di êrişa dewleta Tirk de ciwanê welatparêz Mihemed Seyîd şehîd bû
YRK'ê ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a li herêma Asosê de ciwanê welatparêz Mihemed Seyîd şehîd bû, 3 malên gundekî jî hilweşiyan. -
Hêzên dewleta Îranê du kolberên din qetil kirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li bajarên Seqiz û Serdeştê yên Rojhilatê Kurdistanê hêzên dewletê yên Îranê êriş birin ser kolberan. Di encamê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest dan. -
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir û got: "Hevrêyên me Bêrîtan û Garzan bi hesasiyeta xwedîderketina li wezîfeyên xwe yên demê li nava hevrêyên xwe bûn cihê hurmetê û fedaiyên mînak ên Apoyî." -
Gerîla TV dîmenê çalakiyekê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê weşand ku di encamê de sîstemeke radarê, kamerayeke mobesse ya termal û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin. -
'Mîrekî dûrî îradeya Êzidiyan bê ragihandin, em ê qebûl nekin'
Rêveberiya Xweser a Şengalê û Desteya Eşayîrî ya Şengalê diyar kirin ku Mîrekî dûrî îradeya Êzidiyan bê ragihandin ew ê qebûl nekin û gotin, "Xelkê Şengalê kî weke Mîr qebûl bike ew Mîr e." -
Dewleta Tirk a dagirker li Şarbajêr welatiyek qetil kir
Hate zanîn ku duh bi şev li gundek Şarbajêr xaniyek hatiye bombebaran kirin û di encamê de welatiyek hatiye qetilkirin.