'Li her qadê wezîfeya xwe bi rengekî serketî bi cih anî'

Şervanê Ereb Şoreş Serhildan ku bi bandora şervanên azadiyê tevlî nava refên gerîla bû, heta ku şehîd bikeve li her qada ku lê ma, di her şert û mercî de wezîfeya xwe bi cih anî.

ŞEHÎD ŞOREŞ SERHILDAN

Dewleta Tirk a faşîst ku dixwaze gelan berde hev, li gel hemû hewldanên xwe jî nekarî bi ser bikeve. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya bi salan li gel Kemal û Hayriyan biratiya gelan ji xwe re kir esas û meşa azadiyê li ser vê bingehê da destpêkirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya dîrok û paşerojê nîşanî gelan hemûyan da bi taybetî jî nîşanî gelên Rojhilata Navîn da. Bi destpêkirina meşa PKK'ê ya li Kurdistanê re ji neteweyên cuda bi hezaran ciwan tevlî nava refên gerîla bûn. Yek ji wan gerîlayên wêrek jî Şoreş Serhildan bû. Yekemîn ciwanê Ereb ê ku ji Sûriyeyê tevlî nava refên gerîla bû Ezîz Ereb bû ku sala 1985'an tevlî bû. Di sala 1986'an de ji bo biratiya gelan xwe feda kir û bû sembola biratiya gelan. Gotina 'Ez ê weke Erebekî bimirim. Bijî biratiya gelên Rojhilata Navîn' a Şehîd Ezîz Ereb, gelekî bandor li ciwanên Ereb kiribû. Ev daxuyaniya wî bû çavkaniya tevlîbûna ciwanên Ereb li nava tevgera azadiyê. Îro hîn jî bi sedan ciwanên Ereb ên mîna Şoreş Serhildan didin ser şopa Ezîz Ereb.

Salih Silêman (Şoreş Serhildan) li bajarê Hesekê yê Rojava li nava malbateke Ereb a welatparêz ji dayik dibe. Salih Silêman weke yekî dilsozê nirxên civakî ji aliyê malbata xwe ve tê mezinkirin û bi destpêkirina Şoreşa Rojava re dikeve nava lêgerînê. Ji ber ku şahidî ji şer re dikir, dît ku gel ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve tê qirkirin. Ji şervanên azadiyê gelekî bi bandor bû ku ji bo rizgarkirina gelan ji zilma DAÎŞ'ê bi rengekî fedaî şer dikirin û canê xwe feda dikirin. Salih Silêman bi vê bandorê ji xwe re weke wezîfeyeke girîng û dîrokî dît ku tevlî nava refên gerîla bibe. Ji bo têkbirina polîtîkayên sîstema faşîst ên ji bo berdana hev a gelan, bi armancên mezin berê xwe da çiyayên azad. Ji bo wî bersiva herî mezin a ji dijmin re bê dayin ev bû. Salih Silêman tevlîbûna li nava refên gerîla weke şoreş û serhildanê dît, lewma jî navê xwe kir Şoreş Serhildan.

LI DIJÎ DIJMINÊ DAGIRKER BI SAETAN ŞER KIR

Gerîlayê wêrek Şoreş ku ji komkujiyên dewleta Tirk re şahidî kir, hem ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe yên şehîd, hem jî ji bo rizgarkirina gelan ji vê zilmê, dest bi meşa azadiyê kir. Gerîla Şoreş ber bi jiyaneke ji fedakarî û têkoşînê gav avêt, zû hînî jiyana li nava refên gerîla û çiyê bû. Şoreş baweriya xwe bi wê yekê anî ku şoreşgeriyeke profesyonel bi kûrbûna îdeolojîk dibe, lewam îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re kir esas û xwe bi pêş xist. Gerîla Şoreş ku têkiliyên hevrêtiyê yên li nava PKK'ê her tim bandor lê kir, ji ber moral, coş û biryardariya xwe timî bala hevrêyên xwe kişand.

Şoreş Serhildan hîn bû ku gelek çekên bi bandor bi kar bîne û bi vî rengî ji aliyê taktîkî ve xwe ji şer e amade kir. Weke gerîlayekî Ereb li her qadê, di nava her şert û mercî de ji xwe re kir armanc ku wezîfeya xwe bi rengekî hêja bi cih bîne. Lewma ji bo li dijî êrîşên dijmin ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê şer bike, derbasî herêma Metînayê bû û di çalakiyan de bi roleke dîrokî rabû. Di vê demê de bû yek ji şervanên herî wêrek û bi çalakiyan derbên giran li dijminê dagirker xist. Şehîd Şoreş ku her kêliya jiyana xwe bi têkoşîn û berxwedanê derbas kir, weke şervanekî Ereb da ser şopa Ezîz û Rojbînan. Di 19'ê Hezîrana 2023'an de li dijî êrîşên dewleta Tirk bi saetan şer kir, nehişt ku dagirker bi gavekê jî bi pêş ve biçin. Di encama vî şerê giran de Şoreş Serhildan canê xwe ji bo azadiyê feda kir û tevlî nava karwanê şehîdan bû.