KCK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em têkoşînê bilind bikin

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê ji bo rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê û çalakiyan kir.

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê got, "4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ye ku wê bibe 75 salî. Di serî de li jin û ciwanan, li tevahiya gelê Kurd ê welatparêz û dostan pîroz be."

Di daxuyaniya KCK'ê de hate gotin, "Em hevrê Mahsûm Karaoglan û Mûstafa Dag bi hurmet û mineteke mezin bi bîr tînin ku bûn şehîdê 4'ê Nîsanê, bûn sembola dilsoziya bi welatparêzî ya bi Rêber Apo re, du ewladên leheng ên Kurdan bû."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Gelê me salên dûr û dirêj e 4'ê Nîsanê bi coş û kêfxweşiyeke mezin pîroz dike. Ji ber ku 4'ê Nîsanê rojbûna Rêbertî ye, ji bo gel û jinên Kurd xwedî wateyeke kûr e. 4'ê Nîsanê ew roj e ku gelê Kurd ji zivistana serma û seqemê xwe gihand Rojê. Mîna avdana xaka ziwabûyî ye. Ji bo gelê Kukrd mizgîniya jinûve vejînê ye. Mizgîniya jinûve bidestxistina hebûna xwe ye, ku li ber tinebûnê bû. Mizgîniya jiyaneke azad e.

4'Ê NÎSANÊ JI BO KURDAN ROJA JINÛVE VEJÎNÊ YE

Kurd 4'ê Nîsanê ji bo xwe weke roja jinûve vejînê dibîne. Weke rojbûna xwe, roja hebûna xwe dibîne û bi wî rengî pîroz dike. Ji ber ku ji bo Kurdan beriya 4'ê Nîsanê ji tarîtiya goristanê cuda nebû. Jiyana di bin siyaseat înkar û îmhayê ya sîstema qirker mêtinger ji tarîtiya goristanê cuda nebû. Ya ku li gelê Kurd dihate kirin stratejiyeke qirkirinê bû. Rastiya jiyanê ya li Kurdistanê ku bi sînorê biyolojîk hatibû asêkirin, ev qirkirin hîn giran dikir. Ev rewşa hebûnê ya di nava sînorê biyolojîk de ku 'ne jiyan, ne jî mirin bû' gelê Kurd mehkûmî rewşeke welê kiribû ku ji mirinê jî xerabtir bû. Ev rewşa ku Kurd tê de bû, dişibiya xistina mirovan bi saxî li gorê. Ji ber vê yekê jî rojbûna Rêbertî yıa 4'ê Nîsanê ji bo Kurdîtiya li gorê hatibû veşartin, dibû mizgîniya rabûna ser piyan.

Dema ku bi rojbûna Rêber Apo destpê kir, demeke nû ya Kurdan afirand. Kir ku gelê Kurd xwe bigihîne koka xwe ya dîrokî û nasnameya xwe ya ji dest dayî. Bi nasnameya xwe ya rastî careke din çavên xwe li jiyaneke bi rûmet vekir. Bi saya vê yekê gelê Kurd weke gelekî bi rûmet di nava gelên cîhanê de bû xwedî qîmetekê. Gelê me li gel hovîtiya qirkirinê ya giran û êşên giran, berdêlên mezin da ber çavên xwe û ev têkoşîn her roj hinekî din mezin kir. Ji ber ku fêhm kir ku xeta Rêber Apo yekane rêya rizgariyê ye û jê bawer kir. Lewma êş û zehmetî ji xwe re kir çavkaniya pêngavên şoreşgerî yên nû û bedewiyê.

Ruhê ku Rêber Apo da gelê Kurd, bû ruhê demokrasiyê, ruhê azadiyê, ruhê biratiya gelan. Li cografya Kurdistan û Rojhilata Navîn ku sîstema netewe dewlet a serwer hewl da bi yek rengî boyax bike, bi hişmendî û têkoşîna Rêber Apo rewş û taybetmendiya xwe ya bi hev re, pir çandî û dewlemend hate dîtin û veguherî yekîtiya gelan a li ser bingeha biratî û rûmetdariyê. Jiyana bi hev re ya nasname û çandên li Kurdistan û Rojhilata Navîn a li ser bingeha xwişk û biratiyê, ji bo mirovahiyê bi taybetî rewşeke balê dikişîne. Yê ku ev gav da avêtin fikrê komunal û demokratîk ên Rêber Apo ye, ku li dijî nijadperestî, neteweperestî û zayendîperestiyê ye. Yanî fikrê Apoyî sîstemeke fikrî ye ku xwe ji her cûre nijadperestî, neteweperestî û zayendîperestiyê paqij kiriye.

TEZÊN AZADIYA JINÊ YÊN RÊBER APO RÊYA JINÊN KURD HÎN BÊHTIR RONÎ DIKE

Tezên Azadiya Jinê ya Rêber Apo di sedsala 21'ê de rêya jinên Kurd hîn bêhtir ronî dike. Jinên Kurd ên bi Tezên Azadiyê yên wî bi rê ketine, bi têkoşîna xwe li Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêşketinên gelekî cidî diafirînin. Asta îradeyî ya bilind a ku jinên Kurd ji aliyê siyasî, leşkerî û civakî ve afirandine, li hemû parçeyên Kurdistanê hem li nava jinên Kurd hem jî li nava jinên ji gelên cîran hişyarî û hişmendiyeke cidî bi xwe re tîne. Ev yek êdî dibe pêşketinek ku pêşî nikare lê bê girtin. Hêza ti dewletê têrê nake ku vê hişyarbûn û hişmendiyê, îradeya azadiya jinê bitepisîne. Em vê yekê herî zêde di sekna berxwedêr û bi biryar ên jinên Kurd de dibînin ku li dijî polîtîkayên dijminatiya li jinê ya rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ya mêtinger qirker a li Tirkiyeyê tê nîşandan. Her wiha di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên dijminê mirovahiyê de em vê yekê di berxwedana jinên Rojavayî de dibînin. Bi heman rengî di serhildanên jinê yên li Rojhilat de me ev yek dît ku bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' deng veda. Lewma berxwedana jinên Kurd bi saya hişmendî û hêza Rêber Apo, bû sîleyeke xurt ku li rûyê tecawizkariya sîstema kapîtalîst ket.

XWEDÎDERKETINA LI RÊBER APO XWEDÎDERKETINA LI NIRXÊN AZADIYÊ YE

Fikrên azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk ên Rêber Apo her ku tê fêhmkirin û naskirin, hîn bêhtir li nava beşên berfireh ên civakî û gerdûnî belav dibe, her ku belav dibe hîn bêhtir xwedî lê tê derketin. Ji ber ku di fikrê Rêber Apo de cihê faşîzm, nijadperestî, neteweperestî, zayendîperestî, neheqî û bê exlaqî nîne. Lewma parastina Rêber Apo sekneke li dijî kapîtalîzmê ye. Rabûna li ber nijadperestî, neteweperestî, serweriya mêr, rabûna li hemberî dijberiya li xweza û ekolojiyê ye. Parastina Rêber Apo xwedîderketina li nirxên demokrasî, azadî û wekheviyê yên civakî yên sedsala 21'ê ye. Parastina Rêber Apo sekneke antî kapîtalîst û sosyalîst demokratîk e. Azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk e.

ARMANCA HERÎ MEZIN MISOGERKIRINA AZADIYA RÊBER APO YE

Gelê me Newroza îsal weke Newroza Rêbertî pîroz kir. Coş û helwesta xwe ya bi biryar a di vê mijarê de li qadên Newrozê nîşan da, daxwaza ji bo azadiya Rêber Apo bi dengekî bilind berz kir. Bi rengekî şênber eşkere kir ku weke gelê Kurd armanca herî mezin misogerkirina azadiya Rêber Apo ye, ku ev yek daxwazeke ku nema tê taloqkirin. Gelê me ev helwest û biryardariya xwe ya di Newrozê de nîşan da, di hilbijartinên xwecihî yên dawî de veguehrand îradeyeke mezin a siyasî; bi vî rengî rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst a mêtinger-qirker-qeyûm şaş  kir. Em gelê xwe hem ji ber helwesta xwe ya azadîparêz a di Newrozê de hem jî ji ber serketina xwe ya di hilbijartinên xwecihî de pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku li dijî siyaseta qeyûm, talanker, diz a rejîma faşîst, wê helwest û biryardariya xwe dewam bike, heta dawiyê xwedî li îradeya xwe derkeve, şaredariyên xwe nedin kesî ku hewl tê dayin bêne desteserkirin.

Ev sekna siyasî ya bi îrade, bi biryar û bi coş a gelê me ku li qadên Newrozê û li dengdana hilbijartinên xwecihî nîşan da, di sala 2024'an de wê veguhere asteke bilind a çalakiyan û hêzeke xurt a rêxistiniyê. Em ê jî weke tevger, armanca rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin esasê têkoşîna xwe û bi vê perspektîfê bixebitin. Li ser vê bingehê em bang li jin û ciwanan, tevahiya gelê xwe yê welaparêz û dostên hêja dikin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û misogerkirina azadiya fîzîkî têkoşînê hîn mezin bikin, rêxistiniyê hîn xurt bikin, çalakiyên hîn bi bandor pêk bînin. Em bang li her kesî dikin ku di 4'ê Nîsanê de li her devera ku lê ne daran biçînin û derdorê şîn bikin."