BI DÎMEN

YCWK’ê banga geştirkirina agirê serhildanê kir

YCWK’ê li Wanê li dijî xespkirina îradeya gel hin çalakî pêk anîn. YCKW'ê bang li ciwanên Kurdistanê kir ku xwedî li îradeya gelê Kurd derkevin û agirê serhildanê geştir bikin.

Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniya xwe de got: ‘’Yekîneyên me yên li Wanê ji kêliyên ewil ên hewla xespkirina îradeya gel, çalakî pêk anîne. Di çarçoveya van çalakiyan de:

- Li Taxa Xaçortê TOMA’yek bi molotofan hate hedefgirtin bi temamî şewitî. 

 - Marketeke A101’ê  a li Cadeya Cûmhurîyetê hatiye hedefgirtin.

 -Kamerayên mobeseyê yên li Cadeya 2 Nîsanê hatine îmhakirin.

-Li Taxa Bahçîvanê jî  yekîneyên me midaxeleyî wesayitên zirxî yên dijminî kirin û bi polîsên dagirker re şer kirine.

Li hemû Kurdistan û Tirkiyeyê belavbûna ev agirê serhildanê ku ji aliyê Yekîneyên me yên Wanê hatiye pêxistin, wê ji dagirkeran re bibe mezintirîn bersiv. Em bangî li hemû jin û ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku xwedî li îradeya gelê Kurd derkevin. Ev hewlên xespkirina îradeyê ku di paşerojê de hatin kirin, bê guman wê di pêşerojê de jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker werin domandin. Hemû gelê Kurdistanê û ciwanên birûmet wê tu carî rê nedin dagirkeran.  Em jî weke YCWK’ê û hemû caran li rex gelê xwe yê Wanê û hemû Kurdistanê me cihê xwe weke hêzeke pêşeng girtiye û em ê ji niha û şûnde jî vê yekê bidomînin. Em bangî li hemû ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku agirê vê serhildanê geştir bikin.’’