Li Mexmûrê bi meşeke girseyî gerîla hat silavkirin

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bi dirûşmeya “Em ê bi ruhê operasyonên şoreşgerî şerê gel ê şoreşgerî bigihînin serkeftinê” meşek girseyî hat lidarxistin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bi pêşengtiya ciwanan a bi şîara ‘Bi ruhê operasyonên şoreşgerî em serbixin şerê gel yê şoreşgerî’ meşekî girseyî ji bo pîrozkirina çalakiyên gerîlayan hat lidarxistin.

Meş bi beşdarbûna bi sedan ciwan û şêniyên wargehê ya li pêşiya avahiya Saziya Malbatên Şehîdan meşekî bi heybet hat lidarxistin. Meş heta navenda semta şehîd Rûbar domand. Şêniyên wargehê di meşê de bê navber girêdana xwe ya bi Rêber Apo û gerîlayan re qîriyan. Her wiha piştî ku gihişt navenda semta Şehîd Rûbar li wê derê beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hah girtin. Piştî rêzgirtinên daxuyanî ji aliyê Berdevkê Meclîsa Ciwanan Sîpan Yeman ve hat dayîn.

Sîpan di destpêka axaftinên xwe de çalakiyên gerîlayan ji dil û can pîroz kir û wiha got: “Wek tê zanîn di van demên dawî de dijmin ji bo bikaribe gelê Kurd tune bikin, hemû êrişan pêktîne. Her wiha di van êrişên xwe hemû tiştên bê exlaqî jî dike û çekên kîmyawî jî bikar tîne. Ev hemû li dijî exlaqên mirovahiyê ne. Bi wê ve girêdayî êrişek pir mezin li ser Îmralî jî tê pêkanîn, dema em temaşe dikin di kesayeta Rêbertî de hem li ser tevgera me û hem jî li ser gelê me tê pêkanîn. Dixwazin di kesayeta Rêbertiya me de dengê me, dengê gerîlayên me, hêza me, çanda me û zimanê me hemû tune bikin. Ew berxwedana ku Rêbertî li Îmraliyê dimeşînin dibe hêzekî pir mezin. Ji bo em hîn zêdetir girêdana xwe ya bi gerîla re mezintir bikin, ji bo em zêdetir bikaribin tecrîda li ser Rêbertî bişkênin û bi Rêbetiya xwe re azad bijîn, pêwîste hemû ciwan û jinên ciwan û hemû Kurdên her çar aliyên Kurdistanê li ser piyan bin. Em dubare çalakiyên gerîla pîroz dikin.”