Girtiyê 30 salan di girtîgehê de ma Tozun li gundê  ku lê ji dayik bûye hat veşartin

Girtiyê 30 salîan di girtîgehê de ma Mutlak Tozun ê ku bi şert hat berdan û jiyana xwe ji dest da, li gundê Kizkapan ê Panosê bi dirûşma "Şehîdê namirin” hat veşartin. 

MUTLAK TOZUN

Girtiyê 30 salî Mutlak Tozun ê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê tedawî didît danê vê sibehê jiyana xwe ji dest da û li gundê Kizkapan ê navçeya Panosê ya Agiriyê hat veşartin. 

Bi sedan wesayît li xaçerêya Panos Kizkapanê bi wesayeta cenazeyê re çûn gund. Di merasîma cenazeyê de Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê, Odeya Tabîban a Wanê ya Colemêrgê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) Şaxa Wanê, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER), û (MEBYA-DER), Parlamenterên DEM Partiyê Mahmut Dundar, Sirri Sakık, Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê, namzetên hevşaredariyê yên Panosê yên DEM Partiyê û bi sedan kes tevlî bûn. 

Hevserokê Şaxa TUHAY-DER'ê ya Wanê Çetîn Uyar li goristanê axivî û got, “Em li vir li ser gora hevalê xwe Mutlak  soz didin wî. Em li ser navê 40 hezar şehîdên Kurdistanê di şexsê hevalên Mutlak de soz didin. Berî ku em xeyalên hevalên xwe pêk bînin mirin li me heram e. Em îro bi saya hevalên xwe yên li ber xwe didin li axa Kurdistanê dijîn. Ger lehengên me yên îro li ber xwe didin nebûna, me yê kolonyalîzma mutleq bihatana jiyîn. Li ser navê hemû saziyên xwe em ji malbata xwe re sersaxiyê dixwazin. 

Girseyê bênavber diruşmên "Şehîd namirin" berz kirin û çûn serdana mala malbata Tozun. Malbat dê li mala sersaxiyê ya gundê Kizkapanê serdanên sersaxiyê qebl bikin.