MAK'ê li Nisêbînê li nuqteya polîsan xist
Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li hemberî nuqteya nobedê ya polîsan çalakî kirine.
Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li hemberî nuqteya nobedê ya polîsan çalakî kirine.
MAK'ê (Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê) daxuyaniyek weşand û got, "30'ê Adarê saet di 20:00 de li kolana Cûmhûriyetê ya Nisêbînê li hemberî dagirkerên li ber deriyê bingehîn ê Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê nobedar bûn, me êrişek pêk anîn."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çeteyên dagirker piştî êrişê ji tirsa li derdorê reşandin û hate gotin, "Piştî êrîşê ambûlansek kete hundirê qereqolê. Bi qasî ku diyar bû, dijminek di encama çalakiya me de birîndar bû. Milîsên me bi serketî vegeriyan wargehên xwe."